30 sal in girtiye, cezayê wî qediyaye, nayê berdan! 2021-10-01 09:04:13 AMED - Hamdîn Demîrkiran (51) ku bi hincetên siyasî cezayê muebedê lê hatiye birîn û 30 sal in di girtîgehê de ye, diviyabû di 23'yê îlonê de bihata berdan, lê belê bi hinceta cezayê dîsîplînê berdana wî hat taloqkirin.  Di salên dawî de di ser 100'î re girtiyên nexweş jiyana xwe ji dest dan û bi sedan girtiyên nexweş jî bi hincetên cur bi cur nayên berdan. Her wiha di demên dawî de înfaza hin girtiyên nexweş jî bi hincetên cuda tê taloqkirin. Yek ji van girtiyan jî Hamdîn Demîrkiran (51) e. Demîrkiran di sala 1991'ê de hatiye girtin û cezayê muebedê lê hatiye birîn.    Demîrkiran ji ber ku cezayê xwe temam kiriye diviyabû di 23'yê Îlonê de ji Girtîgeha Balikesîrê ya Tîpa L'yê derketana. Çendî Desteya Çavdêriyê ya Îdareya Girtîgehê rapora "rewşa baş" daye wî jî, lê bi biryara Dadgeriya Înfazê ya Girtîgehê berdana wî hat astengkirin. Dadgeriyê bi hinceta cezayê dîsîplînê înfaza Demîrkiran taloq kir.    Demîrkiran jî li hemberî vê biryara Dadgeriya Înfazê serî li Dadgeha Cezayê Giran a 1'ê ya Balikesîrê da.    Birayê wî Cahît Demîrkiran ji Ajansa Mezopotamyayê re axivî.    LI BENDÊ BÛN BÊ BERDAN   Bira Demîrkiran, anî ziman ku 30 sal in bi hesret li benda birayê xwe bûne û di 23'yê Îlonê de li bendê bûne bê berdan û wê rojê şeveqê zû çûne ber deriyê Girtîgeha Balikesîrê û bi kelecan li benda wî sekinîne. Demîrkiran, got: "Me got ha ê bê berdan ha ê bê berdan. Em bi saetan man. Piştî bi ser dema wî ya berdanê ket, me hevdîtin bi îdareya girtîgehê re kir. Ji me re gotin bi biryara Dadgeriya Înfazê ya Girtîgehê înfaza wî hatiye taloqkirin."    Cahît Demîrkiran, diyar kir ku ji ber cezayekî dîsîplînê ku du sal berê li birayê wî hatiye birîn, înfaza birayê wî hatiye taloqkirin. Demîrkiran, destnîşan kir ku ev biryareke "siyasî" ye û got: "Bi van biryaran dixwazin mirovan bitepisînin, tahdeyê li wan û malbatên wan tevde bikin."    Demîrkiran, xwest dawî li vê bêhiqûqîtiyê bê û got: "Birayê min nexweş e û 30 sal in di girtîgehê de ye. Gurçikek wî tenê heye. Bavê min ê 77 salî û di nav nivînan de 30 sal in bi hesreta kurê xwe ye. Em dixwazin ev daxwaza bavê min bi cî bê û birayê min bê berdan."    MA /  Mehmet Guleş