Tumuklu: Divê em têkoşîna malbata Şenyaşar û Malbatên Pirsûsê bikin yek 2021-10-01 09:05:14 RIHA - Birîndarê Komkujiya Pirsûsê û Hevserokê Giştî yê ESP'ê Şahîn Tumuklu ku li ber Edliyeya Rihayê malbata Şenyaşarê ziyaret kir, anî ziman ku pêdivî pê heye ku têkoşîna malbata Şenyaşar û têkoşîna malbatên Pirsûsê bibin yek.  DAIŞ'ê di 20'ê Tîrmeha 2015'an de li hemberî ciwanên ku bi pêşengiya Federasyona Komeleyên Ciwanên Sosyalîst (SGDF) li Navenda Çandê ya Amarayê li hev kom bûbûn da pêlîstokan bibin ji zarokên Kobanê re, êrişeke xwekujiyê pêk anîbû û di vê êrişê de 33 ciwan hatibûn qetilkirin. Danişîna 20'an a derbarê êrişê de di 29'ê Îlonê de li Dadgeha Cezayê Giran a 5'an a Rihayê hat lidarxistin. Di danişînê de daxwazên parêzerên Malbatên Pirsûsê hatin redkirin û parêzeran jî bi hinceta "heyeta dadgehê ne serbixwe ye" doza redkirina dadger kir.  Dadnişîn taloqî 22'yê Cotmehê hat kirin.    Birîndarê Komkujiya Pirsûsê û Hevserokê Giştî yê Partiya Sosyalîst a Bindestan (ESP) Şahîn Tumuklu ku tevli danişînê bû, geşedanên 6 salên dawî û daxwazên malbata Şenyaşarê ku duh li ber Edliyeya Rihayê ew ziyaret kirin, nirxandin.    Tumuklu ji bo tiştên di danişîna 20'an a Komkujiya Pirsûsê de qewimîn got: "Çûna Kobanê, di şexsê Kobanê de çûneke ji bo wekheviya gelê kurd û tirk bû, ji bo aştiyê bû. Dewlet ji ber vê çûnê nerihet bû û pêvajoyek da destpêkirin. Ev pêngava ewil a plana rûxandinê bû."    Tumuklu, destnîşan kir ku di danişîna dawî de plana rûxandinê derketiye holê û daxwazên parêzeran ji ber vê hatine redkirin.    KOMKUJIYA KIRYAR DIYAR   Tumuklu, anî ziman ku kifş bû ku dê daxwazên parêzeran bên redkirin û got: "Ji lew re kiryarê komkujiyê diyar e. Hemû kesên ku hay ji organîzasyona vî karî û îstixbarata wê hebûn hemû muxatabê vî îşî ne. Armanca wan a ku dixwazin tenê kesekî ceza bikin, ew e ku zûzûka dadgehê biqedînin. Bi vî awayî hewl didin ser berpirsiyarên siyasî binixumînin. Berpirsiyarê siyasî yê vê yekê, dîtina îqtidara faşîst e ku welêt bi rê ve dibe."    ‘EM BI RASTIYEKE ŞILFÎTAZÎ RE RÛ BI RÛ NE'    Tumuklu, destnîşan kir ku divê serokwezîrê wê demê ku niha Serokê Giştî yê Partiya Gelecekê ye, Ahmet Davûtoglû li dadgehê bê guhdarkirin û got: "Em bi rejîmeke ku piştî 2015'an plana şer da destpêkirin û di serî de kurdan û bi giştî her kesên têdikoşin wekî dijmin dihesibîne û dixwaze wan tune bike û siyaseta komkujiyê dike û bi îşkence û binçavkirina dixwaze tune bike û girtîgeh tije kirine û bi hezaran sal cezayan dibire re rû bi rû ne. Di danişîna 20'an a Komkujiya Pirsûsê de jî heyeta dadgehê berdevkiya berpirsiyarên siyasî yên vê komkujiyê kir. Lewma hemû daxwaz red kirin. Em bi rastiyeke şilfî tazî re rû bi rû ne. Heya ku ev îqtidar bi van kodan hebe ne pêkan e ku ji bo Roboskî, Dayikên Şemiyê, Kemal Kûrkût, malbata Şenyaşarê edalet pêk bê."    Tumuklu, anî ziman ku piştî komkujiyê ji bo rastî eşkere nebin liv û tevgerek çêbûye û got: "Guzergeheke dozên bi vî rengî heye. Di wê guzergehê de rawestgeh hene. Em wan rawestgehan dizanin. Rastiyek heye ku dozger delîlan berhev nakin, peywirdarên dewletê amadekariyeke li gor dosyeyan nakin, dadger mekanîzmaya ku kiryar dewlet venakolin û dadgeheke dixwaze ser vê bigire. Gava mirov li ser komkujiyên li Tirkiye û Kurdistanê hûr dibe, hema bibêje di hemûyan de guzergeheke rê ya esas hatiye girtin heye. Di vê dozê de kesek tenê girtiye û wî jî naynin hêwana dadgehê. Dadgeh, notirvaniya parastina bekaya dewletê dike, wekî din tu peywirek wê tune ye. Pratîka heyeta dadgehê vê yekê nîşanî me dide."    ‘DIVÊ REJÎM BIGUHERE'    Tumuklu, bilêv kir ku dê nikaribin mirovên hatine qetilkirin şûn de bînin û bi rewşa heyî dê nikaribin wijdanê mirovên ku zarokên xwe yên kuştî dîtine rihet bikin û got: "Ancax gava ev rejîma ku komkujiyan kiriye konsept biguhere, dê dil hebikekî rihet bibin."    ‘KOMKUJIYA MALBATA ŞENYAŞAR XULASEYA REJÎMÊ YE'   Tumuklu, anî ziman ku li ber Edliyeya Rihayê serdana Nobeta Edaletê ya malbata Şenyaşar kirine û got: "Komkujiya Pirsûsê hem ji bo pêşeroja rejîmekê hem jî siyaseta herêmê komkujiyeke pir komplîke bû. Komkujiyeke ku ji eşîrên herêmê heya îstixbaratê, ji peywirdarên dewletê heta siyasetmedaran tiliya gelek kesan tê de hebû, lê qetilkirina malbata Şenyaşar ew qasî berbiçav û kêliyeke taybet e ku, a rast ev xulaseya ku rejîm polîtîkayê çawa diguherîne. Rastiyeke ew qasî tazî ye ku her tişt li ber çavan diqewime. Parlementerekî îqtidarê û birayê wî li ber çavên herî kesî malbatekê qetil dikin û dozgerek wêrek ranebe dengê xwe bilind nake. Tu dozger an jî peywirdarekî dewletê ranebe vê yekê nade ber lêpirsînê. Dev ji lêpirsînê berdin, nadin dû wê jî."    BANGAWAZÎ   Tumuklu, diyar kir ku pêdivî bi yekkirina têkoşîna malbata Şenyaşar û têkoşîna Pirsûsê heye û got: "Lewma em bang li her kesî dikin ku di 22'yê Cotmehê de gava biçin dadgeha Pirsûsê, divê bibin dengê têkoşîna ji bo edaletê ya malbata Şenyaşarê jî. Ez bang li hemî sosyalîstan û kesên ji bo azadiyê têdikoşin, kurd, elewî, ciwan û jinan dikim ku dengê vê têkoşîna ji bo edaletê bilind bikin."    MA / Emrûllah Acar