Amerîkayê li Idlibê rêveberekî El Kaîdeyê kuşt 2021-10-01 10:14:20 NAVENDA NÛÇEYAN - Amerîkayê, li herêma Idlibê ku di bin kontrola Tirkiyeyê de ye rêveberekî paye bilind ê El Kaîdeyê kuşt.    Amerîkayê bi êrişa balafira bi çek û bê mirov a hewayî (SÎHA) li herêma Idlibê ku di bin kontrola Tirkiyeyê de ye rêveberekî paye bilind ê El Kaîdeyê kuşt.    Li gorî nûçeya Fox Newsê, li herêma Idlibê ku di bin kontrola Tirkiyeyê de ye bi êrişa SÎHA’yê ya Amerîkayê ya di 20’ê îlonê de rêveberê paye bilind ê El Kaîdeyê Salîm Ebû Ahmed hat kuştin. Di nûçeyê de hat îdiakirin ku Salîm ji plankirina êrişên El Kaîdeyê, fînansekirina wê û ji fermanan berpirsyar e.    Çavkaniyên Wezareta Parastinê (Pentagon) ê ji qenalê re axivî, diyar kir ku di êrişê de tu nîşaneyên kuştina sivîlan tune.    Amerîka dem bi dem êrişên xwe li dijî endamên El Kaîdeyê yên li Idlibê pêk tîne. Amerîkayê beriya niha, Serokê DAIŞ’ê Ebûbekîr El Bexdadî jî di operasyoneke hewayî de li ser sînorê Idlibê û Tirkiyeyê kuştibû.