DÎB: Deklarasyona HDP’ê siyaset rehet kir 2021-10-01 14:08:18   STENBOL - Yekitiya Ji Bo Demokrasiyê, diyar kir ku HDP’ê bi deklerasyona ku aşkere kir bersiva desthilatdariya ku dixwaze muxalefetê tengav bike da û siyasetê rehet kiriye.    Yekitiya Ji Bo Demokrasiyê (DÎB), têkildarî “Deklarasyona Banga Demokrasî, Edaletê û Aştiyê” ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) di 27’ê îlonê de aşkere kir, daxuyaniyeke nivîskî weşand. DÎB’ê destnîşan kir ku bi awayekî lezgînî li Tirkiyeyê pêwîstî bi guhertin û veguhertinên demokratîk heye.    ‘BERSIV DA DESTHILATDARIYÊ'    DÎB’ê diyar kir ku deklarasyon çareseriyeke berfireh pêşkêş dike û got: “Belgeya helwestê ya ji aliyê HDP'ê ve hat ragihandin, bersiva desthilatdariyê ku dixwaze muxalefetê tengav bike da û siyasetê rehet kir.” DÎB’ê, da zanîn ku pirsgirêka kurd bi naskirina demokrasiya herêmî, hemwelatiya wekhev, maf û azadiyên gerdûnî çareser dibe û wiha got: “Divê hemû beşên civakî di çareseriya pirsgirêka kurd de cih bigirin. Em perspektîfa têkoşîna demokratîk a ku HDP di daxuyaniya xwe ya helwestê de vegotiye, wekî pêngavek girîng a ji bo beşdariya rasterast a gelan, û yekîtiya hêzan dibînin.”