Doza suîkastê ya siyasetmedarên Kurd hat dîtin 2021-10-01 15:18:28   NAVENDA NÛÇEYAN - Yekemîn danişîna doza der barê sûîqesta li dijî siyasetmedarên Kurd de hat vekirin, li Belçîkayê hat dîtin.   Yekemîn danişîna doza derbarê hewldana suîkastê ya li dijî Hevserokê KONGRA-GEL Remzî Kartal û endamê Konseya Rêveber a Kurdistanê (KCK) Zubeyîr Aydar a di Hezîran 2017'an de li Brukselê paytexta Belçîkayê hatibû vekirin, hat dîtin. Doz li Dadgeha Cezayê Brukselê hat dîtin. Di dozê de aliyan daxwaza demê kirin. Dadgehê daxwaza demê qebûl kir û danişîn taloq kir.    Dadgehê ewil derbarê dozê de dîrokek diyar kir. Lê parêzerê siyasetmedarên Kurd Jan Fermon, got; "Di vê çarçoveyê de wê bi taybetî argumanên nivîskî bên wergirtin." Dadgehê, da zanîn ku doz wê di 11'ê Adara 2022'yan de pêk were û mijar ji aliyê esasî ve dê bênirxandin. Lê belê ji meha Mijdarê û pê ve wê parastina aliyan werbigire.   Fermon, bal kişand ser helwesta dozger û wiha got: "Dozger ji destpêkê ve îdîa dike ku delîlên şênber nîne, ku em di wê nêrînê de nînin. Dadgehê ji xwe qebûl kir ku îdîayên dozger nerast in." Fermon qetilkirina sê şoreşgerên Kurd li Fransayê bi bîr xist û bi lêv kir: "Me li Fransayê jî dît ku encamwergirtina ji dozên bi vî rengî zehmet e. Dadgerî di hin mijaran de xwe vedigire. Em hêvîdarin ku li Belçîkayê jî wê heman helwest neyê nîşandan."