Li Amedê dê panela li ser girtîgehan were lidarxistin 2021-10-01 15:19:52   AMED - MED TUHAD-FED û OHD wê sibê panelek li ser mijara binpêkirinên mafên girtiyan û rewşa daraz û cezakirinê li dar bixin.    Federasyona Komeleyên Piştevaniya Hiqûqî ya Malbatên Girtî û Hikumxwaran (MED TUHAD-FED) û Komeleya Hiqûqnasên Ji bo Azadiyê (OHD) dê sibê bi navê “Girtîgehên Tirkiyê Wek Cezayek Dewletê” panelek li dar bixin. Panel wê li Otêla Mîttanî ya li Amedê serê sibehê saet di 09.00’an de dest pê bike û saet di 16.00’an de bi dawî bibe.     Hevseroka MED TUHAD-FED’ê Emîne Kaya dê moderatoriya panelê bike. Parêzer Rengîn Ergul wê mijara “Yasaya Înfazê û Mafê Hêviyê”, Prof. Dr. Umît Bîçer wê mijara “Girtiyên Nexweş û Rejîma Edaletê”, parêzer Cengîz Yureklî dê mijara “Muebeta Girankirî û Rejîma Înfazê”, Parlamenterê HDP’ê Omer Farûk Gergerlîoglu jî wê mijara “Polîtîkayên Girtîgehan ên Dewletê û Binpêkirin” pêşkêş bikin.