Bi kuçikan ser malan de girtin, derî şikandin, li welatiyan dan 2021-10-01 15:28:41   AMED - Di çarçoveya lêpirsîneke ku navenda wê Amed hat destpêkirin de, bi ser gelek malan de hat girtin û 12 kes hatin binçavkirin. Hat diyarkirin ku polîsan li navçeya Bismilê bi kuçikan bi ser malan de girtin, deriyên mal û dolaban şikandin û li welatiyan dan.     Polîsan di çarçoveya lêpirsîneke ku navenda wê Amed, li Stenbol, Colemêrg, Bûrsa û Konyayê hat destpêkirin de, îro serê sibê bi ser gelek malan de girtin. Polîsan di serdegirtinan de deriyên malan şikandin û tiştên malan belav kirin. Hat diyarkirin ku di serdegirtinan de Alî Osman Nadîroglû, Mehdî Bîçîmlî, Nîzamettîn Îpek, Arîf Bûdak jî di nav de 12 kes hatine binçavkirin. Hat hînbûn ku kesên hatin binçavkirin li Miduriyeta Polîsan a Amedê tên girtin.    LI BISMILÊ LI WELATIYAN DAN   Ferdên malbatê têkildarî serdegirtinên malan ên navçeya Bismilê, dan zanîn ku polîsan saet 05.00’an deriyê malê şikandin û bi kuçikan li malê geriyan e. Ferdên malbatê bi lêv kirin ku ji ber kuçikan zarok tirsiyane û anîn ziman ku polîsan heqaret li wan kirin e. Ferdên malbatê, dan zanîn ku polîsan tiştên malê belavkirine, deriyê dolaban şikandin û li cem wan, li Alî Osman Nadîroglû dane û heqaret lê kirin e.