Rapora nexweşxaneyê daxuyaniya Walîtiya Êlihê diderewîne 2021-10-01 15:48:22   ÊLIH - Rapora nexweşxaneyê û daxuyaniya Walîtiya Êlihê ya derbarê Sûat Şahîn ku polîsan gule berdabûyê hev nagire. Rapora nexweşxaneyê daxuyaniya walîtiyê diderewîne.    Li taxa Seyîtler a Êlihê di 28’ê îlonê de polîsan gule berdabû Sûat Şahîn û ew birîndar kiribûn. Walîtiya Êlihê derbarê bûyerê de daxuyanî da. Walîtiyê îdia kir ku gule ji erdê pekiyaye û li qorika Şahîn ketiye. Lê belê rapora nexweşxaneyê ya derbarê Şahîn de daxuyaniya walîtiyê diderewîne.    Her çiqas walîtiyê di daxuyaniya xwe de destnîşan kir ku li qorika Şahîn ketiye û talûkeya jiyana wî nîne jî lê belê berevajî vê rapora nexweşxaneyek taybet ku tedawiya Şahîn kiriye dibêje ku gule li gurcika Şahîn ketiye û kezeba wî ya reş zirarê dîtiye.