ROJEVA 2'YÊ COTMEHA 2021'AN 2021-10-02 09:00:36 * Operasyona li Metîna, Avaşîn û Zapê ya ji aliyê TSK’ê ve di 23’ê nîsanê ve destpê kirî bi bombardimana xazên jehrî û çekên kîmyewî berdewam dike. Hat diyarkirin ku li Xelifan bi destê PDK’ê ji bo MÎT’ê noqte û qereqol tên avakirin. Li aliyê din jî PDK a bi MÎT’ê re di nav hevkariyê de ye, derbarê bikaranîna çekên kîmyewî de ji bo ragihandin û şandeyên hilbijartinê neyên agahdarkirin gef li şivanên heremê tên xwarin.   * Şeva 3'yê cotmeha 2015'an de Hacî Lokman Bîrlîk li Şirnexê ewilî ji aliyê polîsan ve hat birîndakririn û pişt re jî li pey maşîneya zirxî hat kaşkirin. Tevî ku 6 sal di ser bûyerê re derbas bû jî doz nehat vekirin û faîlek jî nehatiye girtin.    * Heberdevkê EGEÇEP'ê Huseyîn Çaglar sernavê "rêza ji bo xwezayê" ya di deklerasyona HDP'ê de nirxand û got: "Ez hem piştgiriyê li dekleresayonê dikim hem jî yeqîn dikim ku dê ji bo Tirkiyeyê bibe gaveke girîng."    * Li Mêrdînê mifetîşên ku di 7 îhaleyên din ên rêvebiriya qeyûm de nelirêtî tespît kirin, destnîşan kirin ku ne mimkun e ku ev nelirêtî bêyî qeyûm hatibin kirin.    * Aysel Ogut ku ji Komkujiya Vartînîsê filitî got: "Mirov ji min re dibêjin, 'te çawa karibû barê vê êşê hilgire?' Ez ji bo doza mafên wan bikim jiyam."    * Piraniya hilbijêrên partiyên di meclîsê de dixwazin jin daxilî nav siyasetê bibin. Di anketa hat kirin de di ser ji sedî 70'yê hilbijêrên Partiya ÎYÎ'yê û AKP'ê dixwazin jin daxilî nav siyasê bibin, lê belê ji van kesan ji sedî 55'ê Partiya ÎYÎ'yê û ji sedî 43'yê AKP'ê jî pergala hevserokatiyê bi awayekî neyînî dinirxînin.   * Çalakiya Nobeta Edaletê ya Malbata Şenyaşar wê di roja 208’emîn de berdewam bike.     * MED TUHAD-FED û OHD, wê panela "Girtîgehên Tirkiyê Weke Cezayek Dewletê” li Otela Mîtannîa ya Amedê li dar bixe. (09.30)    * Di çarçoveya projeya bi navê "Di Pirsgirêka Kurd De Çapemeniya Tirk" ku ji aliyê DÎTAM'ê ve tê meşandin, dê li Otela Plazayê ya Amedê komxebatek bê lidarxistin. (10.00)   * Li Amed û Êlihê, xizmên windayan û şaxên ÎHD'ê wê li aqûbeta windayan bipirsin. (12.00)   * Înîsiyatîfa Ji bo Girtiyên Nexweş Azadî, bi armanca balê bikişîne ser rewşa girtiyên nexweş, wê di heftiye 369'emîn de li Şaxa ÎHD'ê ya Enqerê civîna çapemeniyê li dar bixe. (12.00)    * Dayikên Şemiyê ji bo aqûbeta xizmên xwe yên di binçavan de hatin windakirin bipirsin û kujer werin darizandin dê çalakiya xwe ya heftane ya 862'yemîn bi onlînê li dar bixin. (12.00)   * Partiya Azadiya Kurdistanê (PAK), dê têkildarî redkirina serlêdanên wan ên ji ber peyva Kurdistanê, wê li Cemiyeta Rojnamegerên Başûrêrojhilat daxuyaniyekê çapemeniyê bide. (13.00)   * Şaxa ÎHD'ê ya Îzmîrê, ji bo ku "Winda bên dîtin, faîl bên darizandin" wê li ber Sumerbank a kevin daxuyaniyê bide çapemeniyê. (13.00)   * Komîsyona Girtîgehan a Şaxa ÎHD'ê ya Stenbolê, wê "Rûniştina F" a 497'emîn bi onlînê li der bixe. (13.30)   * Bi pêşengtiya Tevgera Jinên Azad (TJA) û Meclîsa Ciwanên HDP'ê, dê bi dirûşmeya "Li dijî komkujiyên jinan, nasnameya jina azad, civaka azad biparêze" li navçeya Hezexê ya Şirnexê, şahiyekê li dar bixe. (16.00)