Ji bo ku şivan agahiya çekê kîmyewî nedin, gef li wan hatiye xwarin 2021-10-02 09:04:38 DUHOK - Operasyona li Metîna, Avaşîn û Zapê ya ji aliyê TSK’ê ve di 23’ê nîsanê ve destpê kirî bi bombardimana xazên jehrî û çekên kîmyewî berdewam dike. Hat diyarkirin ku li Xelifan bi destê PDK’ê ji bo MÎT’ê noqte û qereqol tên avakirin. Li aliyê din jî PDK a bi MÎT’ê re di nav hevkariyê de ye, derbarê bikaranîna çekên kîmyewî de ji bo ragihandin û şandeyên hilbijartinê neyên agahdarkirin gef li şivanên heremê tên xwarin.   Operasyonên ji aliyê Tirkiyeyê ve di 23 nîsanê de li ser heremên Metîna, Avaşîn û Zapê yên Herêma Kurdistana Federe hat destpêkirin didome. Êrişên ku bi daxistina leşkeran û bombardimanan destpêkirin, bi operasyonên noqteyî didomin. Gelên heremê, diyar dikin ku Hêzên Artêşa Tirk (TSK) jîngehan bombardiman dike û bi agahiyên îstîxbaratî li dijî gerîlayên PKK’ê bi dest dixe û gazên jehrî bikar tîne. Tirkiye ya ku ligel hemû hewildanan encam nagire, bikaranîna hêzên girêdayî malbata Barzanî, hêzên Zêrewan û Gulan didomîn e.     Tê gotin ku Tirkiye, di ser 42 milyar dolarên malbata Barzanî yên di banqeyên Tirkiyeyê de ne di hêla siyasî û leşkerî de PDK’ê xistiye bin qontrola xwe. Di encama êrişên hêzên taybet ên girêdayî PDK'ê de pêşî 3 pişt re jî 7 endamên HPG’ê jiyana xwe ji dest dan. Tirkiye ku êrişên hewayî yên li qadên Girê Spî, Tabura Ereban, Girê Sor ên bi ser herêma Avaşîn ve didomîne, hêzên taybet ên Zêrewan û Gulan jî ji herêma Metîna bigire heya herêma Biradost avakirina baregehên nû berdewam dike.     PDK LI XELIFAN JI BO MÎT’Ê QEREKOL AVA DİKE     Li gor agahiyên ku me ji çavkaniyên xwecihî yên pê bawer wergirtin, PDK bi awayek aktîf piştgiriya leşkerî û îstîxbaratî dide Tirkiyeyê, di 20’ê îlonê de li herêma Xelifan ji Dîdewanê heya digihije Hecî Omeran bi kolandina xendekan re xetek çêkiriye. Di ser vê xeta hatiyê çêkirin de ji her 8 kîlometroyan qerekolek hatine avakirin.    Dîsa li gor agahiyên ku me ji çavkaniyên pêşmergeyan wergirtin, PDK bi taybetî li qada Xelanî Biyaw a li rojhilatê Xelifan dikeve û Tirkiye wek e leşkerî nikare bikeve wir, ji bo MÎT’ê qereqolek seyar a nû ava dike.     MÎT'ê li qada Xelanî Biyaw hatiye bicihkirin, li qada Dola Alanê ya li rojhilatê Xelifan e û li qûntarê çiyayê Korekê 3 komên ku her yek ji 4 kesan pêk tê bi awayek tîmek bênavber digere ava kiriye.     JI BO GAZÊN JEHRÎ GEF LI ŞIVANAN TÊN XWARIN     MÎT Û TSK ên li heremê windayiyên mezin didin bi hevkariya PDK’ê re faliyetên xwe yên gefxwarina li ser xelkê heremê jî didomîne. TSK a ku li hember çalakiyên endamên HPG'ê tengav bûye, bi taybetî di hemû bombardimanên 3 mehên dawî yên li ser Qadên Parastina Medya û cih û warên jîngehê tên kirin de çek-gazên jehrî yên ku wek sûcê şer tên zanîn bikar tînin. Herêma Behdînan ku bi armanca bêmirov hiştinê tê bombardimankirin, tenê di saetên diyar de şivan dikarin sewalan xwe bidin çêrandin û ji bo vê destûr tê xwestin. Hefteyek beriya niha MÎT û rayedarên PDK’ê bi hev re bi mixtarên heremê re civînan lidarxistibûn û ji bo derbarê tevgera endamên HPG'ê de agahî berhev bikin gef li wan hatibû xwarin. Di çerçoveya van xebatan de MÎT û PDK di derbarê bikaranîna çekên kîmyewî û gazên jehrî yên ji aliyê TSK’ê ve tên pêk tê de agahî nedin ragihandin an jî şandeyên biyanî, ji bo vê jî şivanên heremê tên tehdîtkirin.    Şivanê ku ji ber ewlehiyê nexwest navê xwe aşkere bike, diyar kir ku ji bo derbarê bikaranîn çekên kimyewî agahî nedin ragihandin û şandeyên biyanî yên ku bi boneya hilbijartinên Iraqê wek çavdêr werin heremê hemû şivanên heremê hatine tehdîtkirin. Şivan, anî ziman ku ji bilî Qada Parastina Medyayê derdora bajarokê Kanî Masî, gundên Deşîşe, Hirorê, Derarê, Kestê, Bankê Jor û Bankê Jêr di bombardimanên bênavber tên kirin de gazên kîmyewî tên bikaranîn. Şivan, destnîşan kir ku ew bi rojê dema sewalên xwe diçêrand herêm dîsa hat bombekirin û ligel ew ji cihê bombebaranê dûr bû jî ji duyê bombeyê rabû tesîr li serê kiriye û 18 serî pezên wî yên hinek jê dûr bûn mirin. Şivan, derbarê mijarê de ev agahî dan: “Min xwe û sewalan bi zorê ji wir dûr kir û xilas bûn. Lê mixabin 18 pezên ku hinek dûrê me bûn mirin. Ez bawerim ji duxana ku bombebaranê rabibû mirin e. Ji ber vê yekî ez çûm nexweşxaneyê piştî min ji bijîşk re got ez ji duxanê bandor bûme, piştî saetek 3 kes hatin û gotin ku divê derheqê vê mijarî de ji tu kes an jî kesan re behs nekî. Jixwe ji berê ve hûn hatine hişyarkirin ku divê hûn derbarê bikaranîna çekên kîmyewî de ji ragihandin an jî şandeyên biyanî yên ji bo hilbijartinên Iraqê werin heremê re behs nekin."    RAGIHANDIN Û ŞANDE TÊN ASTENGKIRIN   Piştî li heremên nêzî Qada Parastina Medyayê hêzên leşkerî hatin sewqkirin û baregehên leşkerî hatin avakirin û şûn de ji bilî ragihandinên nêzî AKP-MHP û PDK’e endamên ragihandinên dixwazin biçin heremê tên astengkirin. Ev astengî di hefteyên dawî de piştî bikaranîn çekên kîmyewî yên ji aliyê TSK’ê ve tê kirin ketiye rojevê zêdetir bûne. Di heman demî de şandeyên biyanî yên ji bo hilbijartinên giştî yên Iraqê çavdêr bikin tên heremê ji bo neçin heremên bi pêvçûn ji aliyê endamên polîtburoyên PDK’ê û MÎT’ê ve hewildanek mezin tê kirin. Ligel gefxwarin li mixtarên heremê gef li şivanan jî hat xwarin ji bo şande ji navçeya Amediyê ya Duhokê derbas nebin û bi niştecihên heremê re derbarê mijarê de hevdîtin neyên kirin û di vî warî de xebatên cur bi cur tên meşandin.     XEBATÊN HOLDÎNGAN DIDOM E    TSK a ku dixwaze windayiyên xwe kêm bike bi destê PDK’ê heremê bêmirov bihêle, PDK jî li ser navê Tirkiyeyê dixwaze xelkê heremê qanih bike. Lê heya niha encamek berbiçav negirtiye. Tirkiye, ji Efrînê heya Xakûrkê ji sînor 40 kîlometre di hûndir de serwer bibe û xwe bigihîne dewlemendiyên Misûl û Kerkûkê.     Li Avaşîne ku bênavber bombardiman didom e, 70 gundên ji Zaxo heya Biradostê hatine valakirin baregehên leşkerî hatine avakirin, karên vekirina “Riyên ewlehiyê” ku ji aliyê Yuksel Holdîng a ji sala 1992’yan û şûn ve bi malbata Barzanî-PDK’ê re bi hevkarî dixebitî faliyetên wan didome. Dîsa xebatên şîrketên Holdînga Cengîz ku piştî talankirin û firotina daran, çêkirina xaniyên TOKÎ jî berdewam dike û parastina van şîrketan jî hêzên taybet ên Zêrewan û Gulan dikin.    MA / Erdogan Altan