Roja ku mirovahî bi erdê re hat kaşkirin: Hacî Lokman Bîrlîk 2021-10-02 09:05:03 ŞIRNEX - Şeva 3'yê cotmeha 2015'an de Hacî Lokman Bîrlîk li Şirnexê ewilî ji aliyê polîsan ve hat birîndakririn û pişt re jî li pey maşîneya zirxî hat kaşkirin. Tevî ku 6 sal di ser bûyerê re derbas bû jî doz nehat vekirin û faîlek jî nehatiye girtin.  Li taxa Dîcleyê ya Şirnexê di şeva 3'ê cotmehê sala 2015'an de ango di şevek payîzê de ciwanek hat kuştin û li ber çavê dinyayê bi erdê re hatibû kaşkirin. Ev cenaze ango termê qala wî tê kirin ê Hacî Lokmak Bîrlîk ê 24 salî bû. Polîs ewilî Bîrlîk birîndar dikin û pişt re jî wî li pey maşîneya zirxî ve bi erdê re kaşkirin. Di ser bûyerê re 6 sal derbas bûn. Lêpirsîna derbarê bûyerê de ji aliyê Serdozgeriya Komarê ya Şirnexê ve hat destpêkirin negihîştiye encamekê û heta niha faîlek jî nehatiye darizandin û girtin. Di çarçoveya lêpirsînê de, heya niha tenê polîsek weke gumanbar îfadeyê wî hatiye wergirtin. Bi minasebeta salvegera qetilkirina Bîrlik a 6'emîn de dayîka wî Nezîre Bîrlîk û parêzerê wî Ramazan Demîr ji ajansa me re axivîn.    'EZ BI KURÊ XWE SERBILINDIM'    Dayîka Hacî Lokman Bîrlîk, Nazîre Bîrlîk, anî ziman ku kurê wê ji bo tevahiya mirovahiyê tekoşiya û di riya heq de jiyana xwe ji dest daye. Bîrlîk behsa serpêhatiya wê roja ku lawê wê hatiye kuştin kir û got lawê wê Hecî li ser axa xwe bi şeref û rûmet jiyana xwe ji dest daye û ew pê serbilind û serfiraz e. Bîrlîk destnîşan kir ku heta dilopek xwîn di laşê wê de hebe ew ê li pey têkoşîn û dawa lawê xwe be û ji bo berdewamkirina doza wî tişta ku dikeve ser milê wê dê bike.    'HECÎ BÛBÛ ZAROKÊ HER MALEKÊ’    Nazîre Bîrlîk bal kişand ser kesayeta lawê xwe û got: “Hecî miroveke wisa bû ku dikaribû xwe ji pitikekî yek salî  re feda bike. Hecî ji her mirovekî hez dikir. Dilê wî pir nazdar bû. Lê çû. Di rojbûna xwe de şehîd ket. Kê dihat sersaxiyê digot, ‘ji mala me çû’. Ew bûbû ewladê her malê. Ew bûbû ferd û ewladê gelê kurd. Dilê alemê ji yê min bêtir şewitî. Hecî mirovek pir hêja bû. Ew tiştê ku anîn serê kurê min ne însanîbû û ne jî îslamîbû. Ew tişt li dijî însanetiyê bû. Ew însanên ku ew tişt aniye serê kurê min bila ji xwe şerm bikin û ji Xwedê bitirsin. Kuştin, mirin, girtin, parçekirin da ber çavê xwe û çû…”    'ŞERMA DEWLETÊ YE'    Bîrlîk da zanîn ku ew ê kujerên lawê xwe tu caran efû neke û di dawiyê de wiha got: “Nedarizandina kujerên kurê min şerma dewletê ye. Bi neşopandina doza kurê min dewlet kete xeteriyê. Kê destê xwe dirêjî Hecî kiribe, min hewalî Xwedê kiriye. Bila Xwedê heqê Hecî li erdê nehêle. Serê gelê kurd sax be.”    'DELÎL NEHATINE BERHEV KIRIN’    Parêzerê malbata Bîrlîk, Ramazan Demîr jî derbarê doza Bîrlîk de agahî dan û anî ziman ku bi tu awayî delîl li ber çav nehatine girtin û wiha axivî: "Li gel ku dem di ser re derbas bû jî derbarê kuştina Hacî Lokman Bîrlîk û pêkanîn ku li ser cenazeyê wî hatin kirin de yek lêpirsîn nehat kirin. Dîsa, li gorî raporên pisporan, îdiayên ku dibêjin Bîrlîk piştî ku bi saxî hatiye girtin hatiye kuştin, li ber çav nehatine girtin. Ji ber ku lêpirsîna cihê bûyerê tunebû, delîl nehatin berhev kirin û li şahidan nehate guhdarkirin. Ji destpêka lêpirsînê ve 7 dozgerên ku li dosyayê dinêrin, bi vî rengî tevgeriyan. Dozger hewl nadin ku rastiyê derxin holê û ji ber vê yekê jî ji tiştên ku polîs dibêjin wêdetir naçin.”    'TENÊ LÊPIRSÎN LI SER DÎMENÊ HATIYE GIRTIN, HAT VEKIRIN'      Demîr da zanîn ku heta niha derbarê kuştina Bîrlîk de lêpirsînek bi bandor li holê nîne û got: “Rayedarên darazê tu carî armanca tespîtkirina ‘sûcdar’ nekirin. Li gorî dozgeran, ‘kiryar’ tune ye. Tenê lêkolîn li ser wê yekê hatiye kirin ku kê wêneyê cenazeyê piştî kuştinê kişandiye û parve kiriye. Têkildarî mirinê û tiştê ku li cenaze hat kirin dosyayek lêpirsînê tune ye.”    'DOZGER TIŞTÊN KU LI SER CENAZE HATIN KIRIN XELAT NABÎNE'    Demîr, destnîşan kir ku dozgerî bi awayek cidî nêzî lêpirsînê nebû û ji ber vê helwesta dozgeriyê wan serî li Dadgeha Destûra Bingehîn daye û wiha got: “Me gelek caran daxwaz kiriye ku dozger lêpirsîneke bi bandor bike û kiryaran eşkere bike. Hem ji Dadgeha Mafê Mirovan a Ewropayê hem jî ji Dadgeha Destûrî me daxwaz kir ku bi rengeke lêkolîner lêpirsîn bê rêvebirin. Lê belê, bi qasî ku em di qonaxa heyî de dibînin, fikara tu dozgerekî di derbarê mirina Bîrlîk an tiştê ku li cenazeyê wî hat kirin de nîne. Dozger tiştên ku li ser cenaze hatine kirin xelet nabîne ji ber wê hewceyî bi lêkolînêkî nabîne. Mijara sereke ya lêpirsîna dozgeriyê parvekirina dîmenên li pey maşîneya zirxî ye û belavkirina wê ya li ser medya civakî ye. Em nikarin ji dosyeya ku dozgerî niha li ser kîjan mijarê lêpirsînê dike fêm bikin. Ji ber vê sedemê, me bi hinceta ku lêpirsîna dozger ne bi bandor e, serî li Dadgeha Destûra Bingehîn da. Ji ber ku di ser mirina Bîrlîk re dem derbas bûbû û dûvre çi bi cenazeyê wî hatibû kirin ji aliyê dozgeriyê ve tu lêpirsîn nehatibû kirin."    MA / Zeynep Durgut - Omer Akin