Komkujiya Vartînîsê: Ji bo doza mafên wan bikim jiyam 2021-10-02 09:09:59 MÛŞ - Aysel Ogut ku ji Komkujiya Vartînîsê filitî, got: "Mirov ji min re dibêjin, 'te çawa karibû barê vê êşê hilgirî?' Ez ji bo doza mafên wan bikim, jiyam."  Di 3'yê Cotmeha 1993'yan de eskeran xaniyê ku malbata Ogutê lê dima şewitandin. Di vê kmkujiyê de bav Nasir Ogut, dê Sevda Sevîm, zarok Mehmet Şakir, Mehmet Şîrîn, Aycan, Cîhan û Cînal hatin şewitandin û qetilkirin. Ji zarokên hatin qetilkirin ê herî biçûk 2 sal û yê herî mezin jî 14 salî bû. Di vê bûyera ku 7 jê zarok û jinek ducanî hat qetilkirin de tenê Aysel Ogur sax filitî.    TENÊ EW XELAS BÛ   Aysel Ogur (45) ku li gundê Elîkortin ê Mûşê dişî, gava malbata wê hat qetilkirin 17 salî bû. Bavê wê Nasir Ogut hem cotkar bû hem jî xerat bû. Ji zewaca ewil a NAsir Ogut 8 zarok çêbûbûn. Roja komkujiyê pitika Aysel Ogutê yek salî bû û ji gundê cîran bi mêvanî hatibû cem malbata xwe. Aysel Ogut, ji ber ku mala bavê wê biçûk bûye tevî pitika xwe li mala apê xwe maye û wê şevê bi tesadufî ji komkujiyê xelas bûye.    WÊ SIBEHÊ   Aysel Ogut, anî ziman ku sibeha 2'yê Cotmeha 1993'yan piştî operasyona eskerî ya li herêmê, esker hatine Vartînîsê û bi çekan dikan û qehewexane guleberan kirine û wê rojê bavê wê jî bitelaş hatiye malê. Ogur, bilêv kir ku Fermandarê Qereqola Haskoyê Serefser Bulent Karaoglû gotiye "Em ê îşev vî gundî bişewitînin." Ogut got: "Gava min ev gotin bihîst ez qilqilîm. Lê ji ber ku gundê hevjînê min dûr bû, nikaribûm biçim. Bavê min jî got, 'ma tu zirarek min negihaye dewletê ku zirarê bide min.' Paşê bi şev amojna min hat, min vexwand mala xwe. Ez jî tevî pitika xwe çûm mala wan. Malên me nêzî hev bûn. Bi şev dengê şekan hat. Gava me di paceyê re mêze kir, li her derî esker hebûn."    DENGEK: NASIR Û ZAROKÊN XWE HATINE ŞEWITANDIN   Ogut wiha behsa şewitandina mala bavê xwe kir: "Dengê çekan dihat. Em tirsiyan, em ketin odeyê. Li derve dengê qîrînan dihat. Min û amojna min me derî vekir, me xwest em têkevin hundir. Me çawa derî vekir, em leqayî eskeran hatin. Berê çekên xwe dan me. Em ji bêgavî cardin hetin hundir. 10 deqe bi şûn de min dît ku eskeran û panzerên dora mala me dorpêç kirine. Min kir qîrîn. 10 deqe şûn de alav bi mala malbata min ket. Min hewl da derkevim derve, lê çêr kirin û em xistin hundir. Li ber xênî nobed girtin. Nehiştin kes ji hundir derkeve. Wê sibehê jinekê kir qîrîn û hat, 'Nasir û zarokên xwe hatine şewitandin, bûne komir.' Wê kêliyê min fêm kir ku malbata min hatiye şewitandin. Wê şevê ji ber ku li mala bavê min cih tune bû, tevî pitika xwe çûbûm mala apê xwe, heger neçûma ez ê jî bimirama."    ‘EZ Ê DEV JI WAN BERNEDIM'   Ogut, diyar kir ku piştî malbata wê hatiye şewitandin bi salan hatiye tedawîkirin û got: "Wê sibehê malbata min hemû hatibû şewitandin û qetilkirin. Tu kesekî min ê ku xwe bisipêrimê û derdêr xwe jêre bibêjim nemabû. Ez ketim odeyekê, bi rojan, bi mehan tê de mam. Min bi kesî re xeber neda. Tam 5 salan min dermanên antîdepresanê xwarin. Paşê min dev ji van dermanan berda. 15 salan li nexweşxaneyê hatim tedawîkirin. Di warê ruhî, derûnî û laşî de nemabûm. Ew ruh û canên min bûn. Ez xwişka wan a herî mezin bûm. Me pir hez ji hev du dikir. Bavê min mirovekî pir baş bû. Pir ji zarokên xwe hez dikir û tim li pişta me bû. Min hiştin û çûn. Xwedê vê zilmê qebûl neke. Ez bimirim jî, dê li axretê destê min di qirika wan de be."    JI BO MAFÊ MALBATA XWE BIPARÊZE JIYA   Ogut, diyar kir ku bi salan neçû xaniyê ku malbata wê hemû lê hat qetilkirin û di sala 2016'an de Şaredariya Nisêbînê ew kir muze, û got: "Mirov ji min re dibêjin, 'te çawa karibû barê vê êşê hilgire?' Ez ji bo doza mafên wan bikim jiyam. Niha tenê dixwazim sûcdar û kesên vê komkujiyê kirine bên cezakirin. Gel hemû şahid e ku eskeran kir. Bi derengîxistinê dixwazin doz bê girtin. Em tenê doza edaletê dikin. Ji bo edalet pêk bê, bang li he rkesî dikim. Naxwazim êdî li hêwanên dadgehê bigirîm."    MA / Dîndar Karataş