Malbata Varol 20 roj in di tariyê de ye 2021-10-02 09:36:36   ŞIRNEX – Li Şirnexê, bi hinceta ku deynê wan heye DEDAŞ'ê ceyrana malbata Varol birî û malbat 20 roj in di tariyê de ye. Malbata ku roj in zehmet derbas dike li benda alîkariyê ye.   Şîrketa Belavkirina Ceryanê ya Dîcleyê (DEDAŞ), beriya 20 rojan li taxa Bahçelîevlar a Şirnexê, bi hinceta ku 20 hezar TL deynê welatiyê bi navê Suphî Varol heye ceyrana wî birî. Varol, li dijî vî cezayî derketibû û agir berî mala xwe dabû. Ji ber ku hevjîna wî bi nexweşiya atiyê ye û nikare bixebite Varol, 15 sal in nikare perê ceyrana xwe razîne. Rexmî vê rewşa wî jî DEDAŞ'ê ceyrana wî biriye û 20 roj in bi hevjîn û 5 zarokên xwe re di tariyê de dijî û roj in zehmet derbas dike. Malbata Varol, li benda alikariyê ye.   'EM NEÇAR IN'    Suphî Varol ku ji ber birîna ceyranê roj in zor û zehmet derbas dike, daxwaza alîkariyê kir û têkildarî ev tişt got: "Zarokên min zehmetiyê dikişînin. Ev 20 roj in ceyrana me tune ye û em nikarin tiştekî bikin. Dema ku ceyrana min birîn, ez çûm DEDAŞ'ê û ji min re gotin, '15 hezar deynê te heye'. Min jî ji wan re got, 'Perê min tune ye, ez ê ji we re 20 hezaran ji kuderê bibînim?' Ez ev 10 sal in ji ber hevsera xwe nikarim kar bikim. Nexweşe û kesek nine ku lê binêre. Ceyrana min birîne, ez li ser kuçik avê germ dikim û bi wê avê serê zarokên xwe dişom. Zarokên min xwendekar in û em neçar in."   'HEGER EV JÎ NE ZILM BE, KÎJANE ZILM?    Varol, da zanîn ku ji ber derfetên wî tune ne bi salan e nikare deynê xwe yê ceyranê bide û ev tişt anîn ziman: “DEDAŞ bi qanûnên nehiqûqî zilm dike. Min xwest deynê xwe bikim texsît û her mehê 200-300 TL'yan razînim. Lê qebûl nekirin û gotin, ‘Divê tu tev bidî û heke nerazinî jî em ê te bidin îcrayê’. Ji ber vê min mala xwe da ber agir. Heger cîranan mudaxile nekira ez ê bixwe jî bişewitîma. Heger ev ne zilm be, kîjan zilm e? Ez ê 20 hezar TL'yan ji kuderê bînim? Ceyrana herkesî heye, lê ya me  tune ye. Ez deh caran çûme DEDAŞ'ê ji min re dibêjin, ‘Here waqfê wê alîkarî bide te’. Lê dema ez diçim weqfê jî ji min re dibêjin, ‘Di fermiyetê de mala te weke dikan dixuyê’. Sed caran ez çûm herkesî tiştekî digot.”   MA / Zeynep Dûrgût – Omer Akin