Malbata Şenyaşar: Divê em jiyanek dadmend pêşkêşî nifşên nû bikin 2021-10-02 12:04:49 RIHA -  Malbata Şenyaşar, di roja 208’emîn a çalakiya xwe de, ev peyam parve kir: “Erka me ye ku em jiyanek dadmend pêşkêşî nifşên nû bikin.” Çalakya “Nobeta Edaletê” ya Emîne Şenyaşar û kurê wê Ferît Şenyarş a ku di 9’ê Adarê de dest pê kir, di roja 208’emîn de dewam dike. Malbata Şenyaşar, ji ber ku Edliyeya Rihayê di dawiya hefteyê de girtiye, îro li mala xwe ya li Pirsûsê çalakiya xwe dewam kir.   Malbatê girêdayî çalakiya xwe ya îro, li ser hesabên xwe yên medya dijîtal ev peyam parve kir: “Ger hûn li hemberî neheqiyê bêalî bimînin, wê demê we aliyê zaliman hilbijartiye. Erka me hemûyane ku em jiyanek dadmend, pêşkêşî nifşên nû bikin.”