Banga taloqkirina înfaza girtiyê nexweş Ramazan Dûrmaz 2021-10-02 14:21:29   ENQERE - Înîsiyatîfa ji Girtiyên Nexweş re Azadî, diyar kir ku girtiyê nexweş Ramazan Dûrmaz heftê 3 rojan dikeve diyalîz û ji bo ku neqla wî ya gurçikan bê kirin bang kir ku înfaza wî bê taloqkirin.    Înîsiyatîfa ji Girtiyên Nexweş re Azadî, di hefteya 369'emîn de çalakiya xwe ya ku pê balê dikişîne ser rewşa girtiyên nexweş li Şaxa Komleya Mafê Mirovan (ÎHD) a Stenbolê bi civîneke çapameniyê li dar xist. Endama Lîjneya Birêveberina Navendî ya ÎHD'ê Nûray Çevîrmen, di civînê de bal kişand ser rewşa girtiyê nexweş Ramazan Dûrmaz ku li Girtîgeha Hejmar 2 a Tîpa F a Tekîrdagê girtî ye û heftê 3 rojan dikeve diyalîzê. Çevîrmen, destnîşan kir ku Dûrmaz nikare bi tena serê xwe jiyana xwe bidomîne û wiha got: "Ji ber ku heftê 3 roja dikeve diyalîzê divê demildest înfaza wî bê taloqkirin, li nexweşxaneyek nêzî malbata xwe gurçikên wî bên neqlkirin û li derve bi awayekî tendurist bê tedawîkirin."   KILOXÊ WÎ HATIYE VEKIRIN   Di berdewamê de Çevîrmen, da zanîn ku Dûrmaz di sala 2009'an de di bûyereke li navçeya Pirsûsê ya Rihayê fîşekeke gazê li serê wî ketiye û ji ber vê kiloxê wî hatiye vekirin û di sala 2010'an de dema ku weke xwendekar li Zanîngeha Dîcleyê hatiye tedawîkirin hatiye binçavkirin û girtin û 17 sal cezayê girtîgehê hatiye birîn. Çevîrmen, bal kişand ser rewşa Dûrmaz a niha û ev tişt got: "Piştî ku ketiye girtîgehê ji ber şert û mercan her du gurçikên wî têk çûne û heftê 3 caran dikeve diyalîzê. Divê gurçikên wî bên neqlkirin. Gurçikên dayika wî jê re dibin. Malbat di salên 2017 û 2018'an de daxwaz kiriye ku Dûrmaz sewqî Êlihê bê kirin lê Wezareta Edaletê vê daxwazê red kiriye."   Di dawiya axaftina xwe de Çevîrmen, bang kir ku ji bo tedawiyê înfaza Dûrmaz bê taloqkirin û tedawiya wî li der ve nêzî malbatê wî bê kirin.