‘Girtiyê nexweş Kirtay serbest berdin' 2021-10-02 15:07:56   STENBOL - Di heftiya 497’emîn a “Rûniştina F” de, hat xwestin Abdulhalîm Kirtay ê ji malbata xwe re gotibû “Dibe ku hûn agahiya mirina min bibihîsin” serbest were berdan.    Komîsyona Girtîgehan a Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) ya Stenbolê, ji bo ku balê bikişîne ser rewşa girtiyên nexweş çalakiya hefteya 497’emîn a “Rûniştina F” lidar xist. Çalakiya vê heftê, li avahiya komeleyê pêk hat. Di çalakiya vê heftê de, rewşa girtiyê nexweşê 73 salî Abdulhalîm ê li Girtîgeha Tîpa T a Hejmara 2 a Şakranê dimîne hat nirxandin. Kirtay berî demekê di hevdîtina telefonê ya bi malbata xwe re kir de, gotibû “Dibe ku hûn agahiya mirina min bibihîsin.”     Endama Komîsyonê Hatîce Onaran, diyar kir ku Kirtay 29 salin girtiye û xwest tavilê serbest were berdan.