Navê Denîz Poyraz û malbata Dedeogullari li taxan kirin 2021-10-03 10:22:38 AGIRÎ - Koma Meclîsa HDP’yî ya Şaredariya Bazîdê, bi biryara ku wergirtin navên du taxên nû avabûn yek kirin Denîz Poyraz ya din jî kirin Dedeogullari.    Koma Meclîsa HDP’ê ya Şaredariya Bazîda Agiriyê bi biryara ku di 6’ê îlonê de girtin, bi dengên zêde, navên 7 taxên ku nû ji îmarê re vebûn, diyar kirin. Meclîsa Şaredariyê, navê Denîz Poyraz a di êrîşa li dijî Rêxistina HDP’ê ya Îzmîrê de jiyana xwe ji dest da li taxekê kir û navê malbata Dedeogullari ya ku li Konyayê di êrişek nijadperest de 7 ferdên wan hatin qetilkirin jî li taxekê kir.    Navên taxên din ku li wan hatine kirin wiha ne: Serhat, Ararat, Bûrhan Karatay, Zîlan û Tendurek.