Hacî Lokman Bîrlîk li ser gora xwe hat bibîranîn 2021-10-03 13:30:50 ŞIRNEX - Hacî Lokman Bîrlîk di salvegera qetilkirina xwe ya 6'emîn de hat bîranîn. Dayika wî Nazîre Bîrlîk axivî û got: "Hacî ne tenê kurê min bû, yê we hemûyan bû. Bila serê gelê kurd sax be.” Hacî Lokman Bîrlîk ê di 3'yê cotmehê sala 2015'an de ku hatibû qetilkirin û li pey maşineya zirxî bi erdê re hatibû kaşkirin, li ser gora xwe ya li goristana taxa Dîcleyê ya Şirnexê di salvegera 6’emîn de hat bibîranîn. Rêxistina HDP'ê ya Şirnexê bernameya bîranînê li dar xist. Malbata Bîrlîk û rêveberên HDP’ê û aktîvîstên Tevgera Jinên Azad (TJA) beşdarî bîranînê bûn.    'EM Ê TEBIKOŞIN'      Hevserokê HDP'ê yê navçeya navendî Kamuran Demîr axivî. Demîr, anî ziman ku ew tiştê ku li ser cenazeyê Bîrlîk hat kirin ew ê tu carî ji bîr nekin û got: "Heta ku em xew û xeyalên hevalê xwe Hecî Lokman Bîrlîk pêk neyînîn em ê dev ji têkoşîna xwe bernedin. Em ê wê zilma li ser cenaze hat kirin qet ji bîr nekein. Şehîd namirin."    'NAYÊ JIBÎRKIRIN'     Pişt re li ser navê malbata Bîrlîk, birayê wî Hûseyîn Bîrlîk axivî. Bîrlîk, da zanîn ku ew ê wê rojê tu carî ji bîr nekin û wiha axivî: "Ji ber ku wê Hacî di salvegera qetilkirina wî ya 6'emîn de ji bîr nekir, em spas dikin. Ew zilma ku li ser hevrê Hacî pêk anîn wê tu caran neyê jibîrkirin. Em ê dev ji doza wî bernedin û em ê şopdarê têkoşîna wî bin. Şehîd namirin.”    'HÛN HEMÛ HACÎ NE'      Pişt re rêveberên HDP’ê derbasî mala Bîrlîk bûn. Li vir jî dayîka Bîrlîk, Nazîre Bîrlîk axivî û got: "Heger em bibin tifaq em ê her tiştekî bikaribin bikin. Hemû tiştî bidin aliyekî û bibin yek. Kurê min mir, lê bila kezeba tu dayikan neşewite. Hacî ne tenê kurê min bû, ew hevrêyê we, hevalê we û birayê we hemûyan bû. Ji ber wê hûn hemû ji bo min Hacî ne. Bila serê kurd sax be.”