Li Şirnexê 2 kesan xwe întîhar kirin 2021-10-03 16:03:58   ŞIRNEX -  Li navçeya Sîlopî ya Şirnexê 2 kesan ji ber sedemên nediyar xwe întîhar kirin.    Li gundê Cîmay ê girêdayî navçeya Sîlopî ya Şirnexê, di saetên serê sibehê de ciwanê 22 salî Hasan Şabahat ji ber sedemekê nediyar xwe întîhar kir. Cenazeyê Şabahat ji bo rapora otopsiyê rakirin morga Nexweşxaneya Dewletê ya Şirnexê.    Di heman demê de, duh di 2'yê Cotmehê de jî, li taxa Ofîs a navçeyê Hûseyîn Barkin ê 90 salî xwe întîhar kir. Cenazeyê Barkin, li goristana navçeyê hat definkirin.