Karkerên Tekstîla Tay: Heya serkeftinê berxwedan 2021-10-04 09:00:27 STENBOL - Karkerên Tekstîla Tay ên ji ber ku li dijî destûra bê mûçe derketin ji kar hatin avêtin, anîn ziman ku heya daxwazên wan neyin qebûlkirin, ew ê dest ji berxwedana xwe bernedin.  Koma Îndîtex a navneteweyî ku li Îspanyayê hatiye avakirin, gelek şîrketên lixwekirinê yên berdest tê de cih digirin. Marqeya sereke ya vê komê Zara ye. Yek ji fîrmayên taşeronê yên vê komê ku li Tirkiyeyê hilberîna kincan dike Tekstîla Tay e. Tekstîla Tay, 30 karkerên ku li dijî destûra bêmûçe derketin ji kar avêtin.    Karkerên ku bi daxwazên tazmîneta qidem, tezmînata îxbarê, dayîna meaşên wan, îstîfaya ji kar derxistinê dest bi berxwedanê kirin, 6 rojin di çalakiyê de ne.    ‘QANÛN ALÎGIRÊN PANRONA NE’   Yek ji karkerên di çalakiyê de ne Abdurrahman Yoruk, diyar kir  ku Tekstîla Tay ji bo ku wan derbixe destûra bêmuça zext li wan kir û wiha axivî: “Ji ber me ve yek qebûl nekir, vê carê em ji kar derxistin. Em xwest qeydên me yên tazmînatên qidem û îxbarê, derxistina sîgortayê bidin me. Lê ev daxwazên me nehatin pêşwazîkirin. Em jî ji ber vê çalakiya xwe dewam dikin. Qanûn alîgirên karsazane. Em di pergaleke zor û zehmet de dixebitin. Em hemû kirêdarin. Em debara xwe dikin. Karker li mafên xwe digerin. Dema ku doza mafê xwe dikin jî, ji kar tên avêtin. Dewlet jî alîkariya patronan dike. Ger dewletê alîkariya patronan nekira, wê pergala taşeronê tunebû ya.”     'HEYA KU EM MAFÊ XWE BI DEST BIXIN’   Serpîl Çelebî jî, da zanîn ku wan pereyê terxankirî yên îxbarê negirtin û wiha bertek nîşan da: “Heya ku em mafê xwe bi dest bixin, emê çalakiya xwe dewam bikin. Ev 6 rojin berxwedana me dewam dike. Em hemû bi hevrene û heya em mafên xwe negirin emê berxwedana xwe dewam bikin. Gelo qet difikirin ku karker çawan debara xwe dikin? Ez debara malekê dikim. Bila mafê min bidin min.”   ‘GELO EMÊ ÇAWAN DEBARA XWE BIKIN?’   Yek ji karkerên ji kar hatin avêtin Îlayda Çelebî jî, dest nîşan kir ku weke jinek karker dixebite û wiha bilêv kir: “Em rastî gelek zoriyan hatin. Kesên jorên me gelek caran zext û heqaret li me kirin. Niha jî hem me ji kar davêjin, hem jî tazmîneta îxbarê nadin me. Em hem bê kar mane, hem jî meaşê me yê bêkariyê nadin me. Gelo emê çawan debara xwe bikin?”    ‘HEYA SERKEFTINÊ BERXWEDAN’   Ji xebatkaran Şahadet Kiliç jî, diyar kir ku şirketê bi gotina "em nikarin kar bikin" xwest wan bişîne betlaneya bêmûçe û wiha axivî: “Ne xebitîn, tê wateya li şûna du nanan, nanekê bikirim. Em hemû debara xwe dikin. Hevalên me yên zarokên wan hene di nava me de ne. Ji me re gotin ‘kargeha min dagir nekin, derkevin herin.’ Cihê ku em lê dixebitin û me lê hilberîn kir, bêyî ku tezmînata me bidin me, derî nîşanî me da.”   Kiliç, da zanîn ku ewê bi têkoşînê mafê xwe bi dest bixin û wiha bi dawî kir: “Dema ku em têdikoşin, divê tu carî em netirsin û her tim bi cesaret bin. Em çiqas bitirsin, emê ewqas bên binpêkirin. Ez jî weke jinekê, baş dizanim ku jinên karker rastî kîjan bêmafiyan tên û bi muçeyên herî kêm dixebitin. Ez bang li hemû jinan dikim; ji têkoşîna ji bo mafê xwe netirsin.”