Kolber axivî: Me wek çekdaran radestî Îranê kirin 2021-10-04 11:49:48 COLEMÊRG - Kolber Behzat Hatemî, têkildarî 2 kolberên di encama êrişa leşkeran de, li Colemêrgê hatin qetilkirin axivî û got: “Tevî ku me got kolber in jî lê êrişî me kirin. Me wek çekdaran radestî Îranê kirin."  Di 20'ê Îlonê de, li gundê Bilindbasan ê navçeya Gever a Colemêrgê kolberên ku bazirganiya sînor dikirin, ji aliyê Hêzên Çekdar ên Tirks (TSK) ve hatibûn guleberankirin. Di guleberanê de, kolber Sozdar Ehmedî (19) û Elîşan Ehmedî (16) ên ji Îranê jiyana xwe ji dest dabûn. 9 kolberên ku eskeran ew binçavkiribûn jî, piştî 3 rojên di binçavan de radestî Îranê hatibûn kirin.   Li aliyê din 9 kolberên bi navê Mikaîl Hatemî, Ferzad Hatemî, Diyar Hatemî, Axîn Hatêmî, Guldanî Hatemî, Zêro Hatemî, Kinyas Hatemî, Axacan Hatemî û Behzat Hatemî yên ji aliyên eskerên Tirk ve hatibûn binçavkirin jî, piştî 3 rojan teslîmî Îranê hatibûn kirin. Yek ji kolberên hatibûn binçavkirin û teslîmî Îranê hatibûn kirin, Behzat Hatemî, tiştên jiyan ji ajansa me re vegotin.      ‘ESKERAN EM REMÎ KIRIN’   Hatemî, anî ziman ku di encama gule barandinê de 2  hevalên wan jiyana xwe ji dest dan û wiha behsa wê şevê kir: “Şeva ku êrîş pêk hat, em bi 10 hevalên xwe re ketin rê. Di saetên serê sibê de em ber bi sînor ve ketin rê. Hat îdîakirin ku eskerên Tirk ji hewa ve êrişî me kiriye. Lê ev ne raste. Tiştek wiha çênebû. Helîkopteran esker danîn, herêmeke nêzî cihê em lê bû. Derengiya şevê, em derbasî sînorê Tirkiyeyê bûn û gehiştin cihekê nêzî gundê Deraw. Leşkeran dest bi dorpêçkirina me kirin û me dizanî em ê bên girtin. Ji bo ku leşker guleyan bernedin me, bi dehan çar qîr kir û got ‘em kolberin.’ Lê leşkeran guh nedan me û gule berdan me. Dema ku leşker nêzî me bûn û gel berdan me, me fêm kir ku dê me bikujin. Ji ber vê em jî reviyan. Em 9 hevalên ku ji leşkeran reviyan, li cihekê li hev kom bûn. Me dît ku Sozdar û Elîşan kêmin.”    ‘ZILM LI ME HAT KIRIN’   Hatemî, dest nîşan kir ku ew fikirin ku Sozdar û Elişan hatine girtin û wiha pê de çû: “Leşkeran, ber bi ronahiya rojê ve, dora me girtin. Leşkeran em girtin û birin qereqolê. Li qereqolê, leşkeran ji me re got Sozdar û Elîşan hatine kuştin. Di saetên şevê de jî, cenazeyên hevalên me yên kuştibûn anîn. Zilmek mezin li me kirin. Ligel ku me got ‘em kolberin jî, guh nedan me.’ Me got dibe ku tiştekê bi me nekin. Lê du hevalên me kuştin. Li wê derê em rastî zilmek giran hatin.”    ‘XWESTIN SER SÛCÊ XWE BIGIRIN’   Behzat Hatemî, diyar kir ku leşkeran li qereqolê îşkence bi wan ne kirin, lê ji bo wan îşkenceya herî mezin qetilkirina hevalên wan bû û wiha bi dawî kir: “Gelo ji vê îşkenceyeke mezintir heye? Me gelek caran mirin bi çavê xwe dît, lê me tu carî mirinek wiha zalimane nedît. Dema ku em di bin çavan de bûn, çekek danîn û gotin ev aydê we ye. Lê me ev yek qebûl nekir û me got; ‘Li şopa tiliyên me mêze bikin, ger aydê me derkeve, wê demê me bigirin.’ Ji bo ku ser sûcê xwe bigirin, ew çek anîn wê derê. Dema ku wan em radestî Îranê kirin, wan nivîsî ku çek li cem me ye. Tevahiya cîhanê jî dizane ku kolber çi karî dikin û em çekan bi xwe re nagerîn in. Lê wan hevalên me û hespên me qetil kirin.”   MA / Mazlum Engîndenîz