Rêveberiya Şengalê: Yên îradeya me nas nekin, em ê jî wan nas nekin 2021-10-04 12:08:08 ŞENGAL - Hevseroka Desteya Rêveberiya Şengalê Riham Hesen diyar kir ku li hemberî hewldanên PDK’ê berxwedana gel şev û roj berdewam dike û got: “Her tişt wê bi îradeya gelê me pêk bê. Yên îradeya gelê me nas nekin, em ê jî wan nas nekin.” Li hemberî planên PDK’ê yên bi ser Şengalê ve civaka êzidî ev bi rojan e di asta seferberiyê de li ser piyan e û li ber xwe dide. Piştî hewldana roja 2’yê cotmehê liv û tevgera PDK’ê ya ku hêzên xwe yên çekdar derbasî Şengalê bike berdewam dike. Li ser vê rewşê xelkê Şengalê îro ji saetên sibehê ve herikîn noqteyên Asayîşa Êzîdxanê û meclîsên gel.   Li komelgeha Guhbelê ku ev çend roj in yek ji navendên berxwedana Şengalê ye, Rêveberiya Xweser derbarê rewşa dawî û berxwedana gel de daxuyaniyek da. Hevseroka Desteya Rêveberiya Xweser a Şengalê Riham Hesen di axaftina xwe de bal kişand ser hewldanên PDK’ê û girêdana van hewldanan bi "Peymana 9’ê Cotmehê" re.   BI ŞEV Û ROJ LI SER PIYA NE    Hesen destnîşan kir ku gelê Şengalê ev çend roj in bi şev û roj li hemberî planên PDK’ê li ser piyan e û got: “Ne îro, ev 7 sal in gelê me li ser piyan e û li hemberî berxwedana gelê me planên qirêj ên PDK’ê heya niha vala derketine.”   "WÊ HER TIŞT BI ÎRADEYA GELÊ ME PÊK WERE'    Hesen diyar kir ku berxwedana gel bênavber berdewam dike, ew wekî sazî û dezgehên Rêveberiya Xweser tevî gel vê berxwedanê dimeşînin. Hesen anî ziman ku yên ku dixwestin bi rêya fermana 2014’an gelê Şengalê tune bikin lê biserneketin îro dixwazin bi planên cûda yên wekî "9’ê Cotmehê" vê armanca xwe bibin serî û wiha got: “Em bang li gelê xwe dikin ku şiyar bin. Em carekê din destûr nadin planên ku îradeya gelê me nas nake li ser gelê me were ferzkirin. Wê her tişt bi îradeya gelê me pêk bê.”   'YÊN ÎRADEYA GEL NAS NEKIN, EM JÎ WAN NAS NAKIN'   Hesen hişyarî li hikumeta Iraqê jî kir da ku îradeya gelê Şengalê esas bigire û li ser navê civaka êzidî vê peyamê da: “Ev rewş bi Peymana 9 Cotmehê ve girêdayî ye ku dixwazin PDK car din vegere Şengalê. Yên iradeya milet nas nake em jî wan nas nakin.”   Hesen herî dawî jî bal kişand ser propagandayên reşkirinê jî û got: “Dibêjin hêzên ne yasayî li Şengalê ne. Em malbatên şehidan e, malbatên esîran e. Hêzên li Şengalê ev in.”   Daxuyanî bi berzkirina dirûşmeyên “Bijî berxwedana Şengalê” û “Bimire Îxanet” bi dawî bû.