PSK’ê serdana malbata Şenyaşar kir 2021-10-04 13:40:07 RIHA - Serokê Giştî yê PSK’ê û komek endamên partiyê, serdana malbata Şenyaşar a 210 rojin çalakiya xwe ya Nobeta Edaletê dewam dike, kirin. Çalakiya malbata Şenyaşar a Nobeta Edaletê di roja 210’emîn de li ber Edliya Rihayê dewam dike. Serokê Giştî yê Partiya Sosyalîst a Kurdistanê (PSK) Mesût Tek û endamên partiyê yên pêre, serdana malbatê kirin.  Mesût Tek, di serdanê de axivî û got: “Ji bo piştgiriya malbatê em hatin vê derê. Malbat 30 heftene lêgerîna xwe ya edaletê dewam dike. Malbata Şenyaşar dixwaze ku kesên mirovên wan kuştin, bên darizandin. Dewlet û hikumetê hîna bersiv ne daye daxwazên malbatê. Ji bo ku em êşa wan parve bikin, em hatin. Weke PSK’ê tişta ku dikeve ser milê me, em amadene bikin.”   Malbata Şenyaşar jî, tiştên jiyan parve kir û got, heya edalet pêk were, ew ê têkoşîna xwe dewam bike.