Cenazeyê Bahadir piştî 6 mehan radestî malbatê hat kirin 2021-10-04 16:05:07   ŞIRNEX - Cenazeyê endama YJA-STAR’ê Yildiz Bahadir piştî 6 mehan radestî malbatê hat kirin.    Li Herêma Bestayê ya Şirnexê di 8’ê nîsana îsal de di navbera leşkeran û endamên HPG’ê de şer derketibû. Di şer de endama YJA-Starê Yildiz Bahadir (Mizgîn Çekdar) jiyana xwe ji dest dabû. Cenazeyê Bahadir piştî 6 mehan radestî malbata wê hat kirin. Malbatê cenaze ji Goristana Bêkesan a Şirnexê wergirtin û ji bo ku veşêrin birin navçeya Ceyhanê ya Edeneyê.