Cenazeyên HPG'iyên ku tên revandin bi awayekî komî tên definkirin 2021-10-05 09:12:49 ŞIRNEX - Di goristana Bahçelîevlerê ya Şirnexê de heta niha bi dehan cenazeyên HPG'iyên ku di pêvçûnan de jiyana xwe ji dest didin bi awayekî komî tên definkirin. Cenazeyên ku di seatên şevê de ji morga Nexweşxaneya Dewletê ya Şirnexê tên revandin bi awayekî komî tên definkirin. Li herêmên  Besta, Gabar û Cudî yên Şirnexê, şer û pêvçûnên dijwar di navbera artêşa tirk û HPG'iyan de diqewimin. Di encama van pêvçûnan de leşker û HPG'î jiyana xwe ji dest didin û cenazeyên HPG'iyan bi mehan li morga Nexweşxaneya Dewletê ya Şirnexê de tên sekinandin. Malbatên ku ji bo teşhîskirina cenazeyên zarokên xwe tên nexweşxaneya bajêr bi mehan tên mijûlkirin û cenaze radestî wan nayên kirin. Piştî ku bi mehan li nexweşxanê tên ragirtin li goristanên bêkesan ên bajêr tên definkirin. Yek ji van goristanan jî goristana li taxa Bahçelîevlerê ya li navenda Şirnexê ye. Beriya niha 32 cenaze li goristanê hebûn, lê niha hejmara cenazeyên li goristanê derketiye 69'an. Derket holê ku cenaze bi awayekî komî li ser hev hatine veşartin. Tê diyarkirin ku di rojên dawîn de seat di 01:00'ê şevê de cenazeyan li şûna wesayîta cenaze bi maşîneyên zirxî tînin û bi awayekî komî defin dikin.    'ÇAR CENAZEYAN DIKIN GOREKÊ'   Ji şêniyê taxê ku ji ber ewlehiyê nexwest ku navê xwe bide da zanîn ku di rojên dawîn de her roj cenazeyan bi maşîneyên zirxî tînin li goristanê defin dikin û ev agahî dan: "Polis cenazeyan ne bi wesayîta cenaze bi maşîneyên zirxî tînin goristanê. Her wiha gelek maşîneyên zirxî jî bi maşînaya zirxî ya cenaze re tên. Cenazeyan bi roj naynîn. Saet derdora 01.00'ê şevê tînin. Me bi çavên serê xwe ditiye ku çar cenazeyan avêtin ser hev û di gorekêd de veşartine. Zû bi zû nahêlin ku em bikevin goristanê. Dema ku em dikevinê jî nahêlin ku em biçin ser goristanên ku hejmar li ser wan nivîsandîne."    MA / Zeynep Dûrgût