Li Farqînê 2 tax bi ‘birîna ceyranê’ hatin cezakirin! 2021-10-05 10:21:35   AMED - Li Farqînê 5 rojan ceyran nedan taxên Mescîd û Konakê. Li van her du taxan xelkê derxistina saetên ceyranê ya ser dîrekan şermezar kiribû.   Welatiyên li Taxên Mescîd û Konak ên navçeya Farqîna Amedê, bertek nîşanî derxistina saetên ceyranê ya ser dîrekan didin. Şîrketa Belavkirina Ceryanê ya Dîcleyê (DEDAŞ) dixwaze saetên ceryanê derxe ser dîrekan û xwedîgiravî "ceryana qaçax" asteng bike. Piştî bertekên welatiyan tîmên DEDAŞ’ê bi polîsan re hatin taxan û xebatên xwe didomînin. DEDAŞ’ê di 29’ê Îlonê de ceyranên welatiyên ku ev yek şermezar kiribûn birîbû. Rayedarên DEDAŞ’ê, piştî bertekan di 3’yê Cotmehê de dîsa ceyran da taxan. Welatiyên li dijî derxistina saetên ceyranê ya ser dîrekan derketin, tiştên ku hatin serê wan vegotin.    ‘ME XWARINÊN XWE AVÊTIN ÇOPÊ’   Leyla Çîçek a li Taxa Konak dijî, diyar kir ne li dijî birina saetên ceyranê ya derve ne lê li dijî derxistina wan a ser dîrekan e û wiha got: “Bila saetên me deynin li pêş malên me, da ku em jî bizanin me çiqas ceyran bikaranî ye. Ev pêkanîn li tu derên din nîne û em vê pêkanînê qebûl nakin. Farqîn bajarekî xizan e. Heke fatura zêde werin gelek mirovên ku van fatûreyan nikarin bidin hene. Wa rojên derbasbûyî welatiyek li mala xwe nebû, 500 lîre fatûre jê re birîne. Kesekî ku rewşa wî ya aboriyê nebaş be wê çawa bide. Ji ber ceyran birîn me hemû xwarinên xwe avêtin çopê.”   ‘EV PÊKANÎN NAYÊ QEBÛLKIRIN’     Welatiyê astengdar Hermî Fîdan jî da zanîn ku ji ber bertek nîşanî pêkanîna DEDAŞ’ê dan polîsan mudaxileyî wan kir û wiha axivî: “Dema em bertek nîşan didin polîs dikeve navberê û dibêjin ‘belav bin.’ Ma weke mirov mafên me nînin?’”   Fîdan, diyar kir ku ew ji bo çareserkirina pirsgirêkê çûne ku li deriyên saziyên pêwendîdar bidin lê derî rûyê wan hatine girtin û wiha got: “Wextê hilbijartinên tên ji me re dibêjin ‘em bira ne’. Îro jî li Enqereyê lingekê diavêjin ser lingekê. Dema fatûraya min hat û min neda bila ceyrana min bibirin lê armanca wan dizî ye. Dixwazin heqê ceyrana ku min bikar neaniye ji min bigirin. Şêniyên taxê têkildarî derxistina saetên ceyranê ya birina ser dîrekan ji rayedaran belge dixwazin lê nîşan nadin. Ev pêkanîn nayê qebûlkirin. Em weke kurd li vî welatî muameleyeke welatiyên ne çîna 2’yemîn ya 3’yemîn û 4’emîn dibînin.”   MA / Mehmet Guleş-Ceylan Şahînlî