Li Bedlîsê du kes hatin binçavkirin 2021-10-05 10:38:27   BEDLÎS - Li Bedlîsê di serdegirtinên malan de du kes hatin binçavkirin.    Li Bedlîsê serê sibehê polîsan avêt ser malan û lêgerîn pêk anîn. Polîsan di serdegirtina malan de endamê Meclîsa Şaredariya Bedlîsê yê HDP’ê Azîz Başboga û kesek navê wî nehat zanîn binçav kirin. Hat diyarkirin ku derbarê Hevserokê Rêxistina HDP’a Bedlîsê yê berê Mehmet Yalçinkaya de biryara binçavkirinê heye. Lê ji ber ew li nexweşxaneyê tê dermankirin nehatiye binçavkirin.