Daxwaza ji bo kifşa cihê bûyera malbata Îzol hat redkirin 2021-10-05 17:03:14   RIHA - Di danişîna doza 6 kesên ku ji aliyê xizmên Parlamenterê AKP’ê yê berê Zulfîkar Îzol ve hatin kuştin daxwaza “kirina kifşê” hat redkirin.    Gundê Çeltîka bi ser navçeya Siwêrega Rihayê ve di 15’ê hezîrana 2019’an de kur û birayên Parlamenterê AKP’ê yê Rihayê yê berê Zulfikar Îzol êrişî xizmên xwe kiribûn û 6 ferdên malbatê hatibûn kuştin. Danişîna 7’emîn a doza derbarê kuştina van her şeş kesan li Dadgeha bajarê Aksarayê hat lidarxistin. Bersûcên ji dozê girtî bi rêya SEGBÎS’ê beşdarî danişînê bûn. Parêzerên her du aliyan di danişînê de amade bûn.    Parêzerê malbata mexdûr Muhammed Guloglu di danişînê de axivî û destnîşan kir ku ew dixwazin li cihê bûyerê kifş were kirin.    DAXWAZA KIFŞÊ HAT REDKIRIN   Dadgehê daxwaza kifşê ya cihê bûyerê red kir û danişînê taloqî 21’ê kanûnê kir.