Di wesayîta Serokê AKP’ê de cixareyên qaçax û sîleh hatin girtin 2021-10-06 12:22:39   ŞIRNEX - Di wesayîta zirxî ya Serokê Şaredariya Bajaroka Deştadarê ya bi ser Hezexê ve Abdulkadîr Balîca du kaleşnîkof û hezar û 950 cixareyên qaçax hatin girtin. Du kesên hatin binçavkirin serbest hatin berdan.    Şaredariya Bajaroka Deştadarê ya bi ser navçeya Hezexa Şirnexê ve bi rêveberiya AKP’ê tê birêvebirin. Di wesayîta zirxî ya Serokê Şaredariya Deştadarê Abdulkadir Balica de sîleh û cixareyên qaçax hatin girtin. Hat zanîn ku wesayîta şaredarê AKP’yî di ketina Êlihê de hatiye rawestandin û kurê şaredar Balica Mehmet Balica ku ajokariya bavê xwe dike û Serokê Rêxistina AKP’ê yê Bajaroka Deştadarê Alî Balica di hundirê wesayîtê de bûne. Du roj berê ew  her du AKP’yî dema ji Wanê tên Êlihê ji aliyê polîsan ve tên sekinandin. Di lêgerîna li hundirê wesayîtê de du heb kaleşnîkof û hezar û 950 pakêt cixareyên qaçax tên desteserkirin.    Her du AKP’yî tên binçavkirin û wesayîta dibin Miduriyeta Polîsan a Êlihê.    Li ser vê yekê koma ku ji Serokê Rêxistina AKP’ê yê Şirnexê, Şaredarê AKP’yî Abulkadir Balica û Rêxistina AKP’a Hezexê pêk dihat çûne Walîtiya Şirnexê. Hat zanîn ku Waliyê Şirnexê têkildarî bûyerê bi AKP’iyan re civîn li dar xistiye.    Li gorî hat îdiakirin ku di wesayîtê de hinek madeya hişbir jî hatiye desteserkirin.    Tevî ku cixareya qaçax û kaleşnîkof di wesayîtê de hatine desteserkirin jî Mehmet û Alî Balica serê vê sibehê serbest hatine berdan.