Rêvebera MEBYA-DER’ê hat beraetkirin 2021-10-06 13:42:29   AMED - Dadgehê di doza rêvebera MEBYA-DER’ê Halîme Topûs de biryara beraetê da.    Danişîna ewil a doza bi “endamtiya rêxistinê” derbarê rêvebera Komeleya Çand, Yekîtî, Piştevaniya Malbatên Di Dergûşa Şaristaniyan Xizmên Xwe Winda Kirine (MEBYA-DER) Halîme Topûs de ku di çarçoveya lêpirsîna ji aliyê Serdozgerê Komarê yê Amedê li dijî MEBYA-DER’ê dihat birêvebirin de doz lê hatibû vekirin, li 11’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê hat lidarxistin. Topûs û parêzera wê Gîzem Mîran di danişînê de amade bûn.    ‘KOMELEYEKE QANÛNÎ YE’   Topûs, a parastina xwe bi kurdî kir, diyar kir ku MEBYA-DER komeleyeke qanûnî ye û beşdariya wê ya çalakiyan bûye mijara sûcdariyê.    DOZGER BERAET XWEST   Dozgerî di mutalaya xwe ya derbarê esasê de diyar kir ku tu delîlên şênber ên derbarê ku sûc kiriye de nînin û daxwaza beraeta Topûs kir.    KIRARIYÊN LI DIJÎ CMK’A YÊ’   Parêzera Topûs, Gîzem Mîran, diyar kir ku tevlî mutalayê dibe û got di dema lêpirsînê de neheqî hatiye kirin û xwest miwekîla wê were beraetkirin.    BIRYARA BERAETÊ   Dadgehê, ji ber delîlên şênber ên derbarê ku Topûs sûc kiriye de nînin biryara beraetê da.