Li Wanê mamosteyekî 3 zarok tacîz kirin 2021-10-06 14:39:28   WAN - Li dibistaneke seretayî ya Wanê, mamosteyê polê H.N.C. 3 zarok tacîz kirin. Malbatên zarokan giliyê mamoste kirin.    Li dibistaneke seretayî ya Wanê, mamosteyê polê H.N.C. yê 62 salî 3 zarok tacîz kirin. Piştî ku zarokan bûyer, ji mamosteyên xwe yên polê yên din re gotin, tacîz derket holê. Malbatên zarokan li ser vê yekê çûn miduriyeta polîsan û giliyê H.N.C. kirin.