Kesên ku xwe weke ‘polîs’ dan nasîn Savaş û Bariş revandin 2021-10-06 16:17:59   STENBOL - Savaş û Bariş Yavûz ên birayên hev ku ji aliyê kesen xwe weke “polîs” dan nasîn ve hatin revandin, bi lêv kirin ku tundî li wan hat kirin û sîxurtî li wan ferz kirine.    Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Stenbolê têkildarî revandina Savaş û Bariş Yavûz ên birayê hev ku ji aliyê kesen ku xwe weke “polîs” dane nasîn ve hatin revandin, li avahiya komeleyê daxuyanî dan çapemeniyê. Di daxuyaniyê de Seroka Şaxa ÎHD’ê ya Stenbolê Gulseren Yolerî axivî. Yolerî, da zanîn ku 5 meh in têkildarî binpêkirinên mafan serlêdanên li wan tên kirin zêde ne û wiha got: “Bi îşkence û binçavkirinên sîstematîk mafên ewlehî û azadiya kesan tê binpêkirin. Kesên van pêkanînan dikin xwe weke MÎT, îstîxbarat, polîs û ‘kesên nayên dîtin’ bi nav dikin.”   TUNDIYA POLÎSAN   Ji yek birayên hatibû revandin Bariş Yavûz, diyar kir ku tundî li wan hat kirin, sîxurtî li wan hat ferzkirin û wiha axivî: “Piştî em revandin em birin qadeke vala. Li wê derê ji me re gotin ku polîs in. Pişt re dest bi pirsîna pirsan kirin. Xwişka me 11 salan di girtîgehê de ma. Xwişka min seroka Baskê Ciwanan bû. Piştî ku ji girtîgehê derket zextên ser xwişka min û malbatê zêde bûn. Xwişka min mecbûr me biçe derveyî welat. Polîsan jî dest bi xwarina gefan kirin û sîxurtî ferz kirin. Pirsa em tiştekî dizanin an nizanin pirsîn. Gotin ‘têkiliya we bi kê re heye’. Saetekê tundî li me kirin. Heqaret kirin û gef li me xwarin.”   ‘EM DI BIN ZEXTAN DE NE’   Yavûz, destnîşan kir ku polîsan bi çekên xwe gef li wan xwarine û wiha berdewam kir: “Bi qêrîna me çend xebatkarên kargehan bi aliyê me ve hatin. Ji ber vê mecbûr man me berdin. Em jî ji cihê bûyerê çûn mala xwe. Cara ewil nîne ku em vê zilm û zordariyê dijîn. Ji ber nasnameya malbata xwe ya kurd, her tim di bin zextan de ne. Tu li vî welatî HDP’î bî weke terorîst tê nîşandan.”   FERZKIRINA SÎXURTIYÊ   Birayê din Savaş Yavûz jî bi lêv kir ku gelek caran bi vî awayî zext li wan hatine kirin û wiha got: “Di vê demê dawî de ev zext zêde bûn. Dema birayê min hat cihê kar min bigire, polîsan pêşiya me girt. Demekê di wesayîta xwe de pirs pirsîn. Li ser malbatê û bavê me pirs pirsîn. Dema me got em tiştekî nizanin jî bi gotina ‘hûn ê hîn bibin û agahiyê bidin me, heke hûn agahiyê nedin em ê dîsa werin we bigirin’ gef li me xwarin. Vê yekê jî bi awayekî rehet dikin.”