ROJEVA 7'Ê COTMEHA 2021'AN 2021-10-07 09:00:00 * Parêzer Cemîle Tûrhalli, diyar kir ku pergala hevserokatiyê pergaleke rewa ye ku gel ew pejirandiye û ya nelirêtiyê dike ne pergala hevserokatiyê, pergala qeyûmtiyê bi xwe ye.  * Rojnamevanên jin diyar kirin ku niha bi sedan jin xwedî li pênûsa wêrek a Gûrbetellî Ersozê derdikevin û gotin: "Em naqedin. Em bi hîqehîq, hewar, coş û têkoşîna her jinekê ji nû ve bi xwe ve tên."    * Îsota ku par li nav erd bi 3 TL'yan dihat firotin, îsal bi TL'yekê tê firotin. Cotkaran got: "Êdî em nikarin hilberînin."    *  Berdana girtiyê nexweş Menderes Leyla, bi hinceta cezayên dîsîplînê yên 10 sal berê, 6 salan hat taloqkirin. Parêzer Gulîzar Tûncer, vê biryarê wekî "polîtîkaya rizandinê" bi nav kir û destnîşan kir ku ev biryar, ne biryareke hiqûqî ye.    * Dema DAIŞ'ê êriş birin ser Kobanê, ji kesên ku ji bajêr derneketin û li ber xwe dan yek jê jî Eyşe Efendî bû. Efendî, got: "Li Kobanê jinan bîr bi derziyan kolandin. Di bîra de av derneket, xwîna zarokên wan derket. Jin ji zarokên hînî berxwedanê bûn û êdî ji niha şûnda dê tu carî li ber tarîtiyê serî netewînin."    * 18 sal berê eskeran li Çardêranê welatiyê bi navê Zahîr Yilmaz kuştibûn. Tirkiyeyê ji bo jinûve darizandina 10 eskerên ku tiliya wan di kuştina Yilmaz de heye, teahud da ber DMME'yê. Dadgeha herêmî guh li biryarê nekir û dosyeyê girt.   * Rêxistina HDP’ê ya Amedê ku wê di meha Mijdarê de kongreya xwe ya awarte pêk bîne, armanc dike ku bi rêveberiyeke bi hêz bibe bersiva zextên desthilatdariyê.    * Çalakiya Nobeta Edaletê ya Malbata Şenyaşar wê di roja 113'yemîn de berdewam bike.   * Meclîsa Ciwanên HDP'ê, di çarçoveya kampanya "Em jiyana nû ava bikin, tiryakê bişkinin" de, wê li Rêxistina HDP'ê ya Stenbolê bernameyekê li dar bixe. (10.00)   * Ji bo şermezarkirina Komploya 9'ê Cotmehê û azadiya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan, wê li Kampa Lavrio ya Yewnanîstanê, ji bo 3 rojan meş ji Lavrio heta Atînayê bê lidarxistin. (10.00)   * Berdevka HDP'ê Ebrû Gunay, wê li navenda giştî ya partiyê, civîna çapemeniyê li dar bixe. (11.00)