Ji ber 'cezayên dîsîplînê' yên 10 sal berê berdana wî 6 salan hat taloqkirin 2021-10-07 09:02:13 STENBOL - Berdana girtiyê nexweş Menderes Leyla, bi hinceta cezayên dîsîplînê yên 10 sal berê, 6 salan hat taloqkirin. Parêzer Gulîzar Tûncer, vê biryarê wekî "polîtîkaya rizandinê" bi nav kir û destnîşan kir ku ev biryar, ne biryareke hiqûqî ye.  Berdana girtiyê nexweş Menderes Leyla ku di Girtîgeha Tekirdagê ya Jimare 1 a Tîpa L'yê de ye û di nav lîsteya girtiyên nexweş a Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) de ye, hat taloqkirin. Berdana Leylayê ku tevî nexweşîna KOAH'ê gelek nexweşînên din pê re hene û 27 sal in girtiye, bi hinceta cezayên hucreyê û dîsîplînê yên ku îdareya girtîgehê di 2005, 2006 û 2007'an de lê biriye ji sala 2024'an heya sala 2030'yî hat taloqkirin.   Hatîce Onaran, wasiya Menderes Leyla û parêzer Gulîzar Tûncer, parêzera Leyla, bertek nîşanî vê biryarê dan.    POLÎTÎKAYA DIJMINATIYÊ   Wasî Hatîce Onaran, ragihand ku Leyla jî wekî girtiyên din di warê tenduristiyê de bi pirsgirêkan rû bi rû ye û bijîşkê revîrê guh li girtiyên nexweş nake. Onaran, destnîşan kir ku Leyla di navbera 2005 û 2007'an de bi awayekî dijwar hatiye îşkencekirin û bi ser de jî cezayên hucreyê lê hatine birîn. Onaran got: "Ji xeynî îşkenceyê wekî sûcdar be bi ser de cezayê hucreyê lê birîn. Paşê înfaza wî hat şewitandin. Wî di sala 2009'an de ji bo îtiraz bike daxwazname dan, lê guh li daxwaznameyên wî nehat kirin. Ji bo şewitandina înfazê 3 cezayên hucreyê û darizandina wî ya ber sûcê 'terorê' ji xwe re kirine hincet. Vê biryara wekî 'divê înfaza te bê şewitandin' ragihandin wî."    Onaran, got: "Li hemberî girtiyên siyasî her diçe polîtîkaya kîn, nefret, dijminatî û cezakirinê zêdetir dibe. Em parêzer, parazvanên mafên mirovan, sazî û dezgeh em ê tim bibin dengê girtiyan. Em ê tim li cem wan bin."    WAN BI MIRINÊ RE RÛ BI RÛ DIHÊLIN   Parêzer Gulîzar Tûncer jî diyar kir ku muwekîlê wê bi "hewldana guherandina pergala qanûna bingehîn" hatiye cezakirin, lê bi awayekî adil nehatiye darizandin. Tûncer, behsa pirsgirêkên tenduristiyê ku muwekîlê wê pê re rû bi rû dimîne kirin. Tûncer, diyar kir ku ji bo berdana muwekîlê xwe gelek caran serî li dozgeriyan daye, lê daxwaza wan nehatiye qebûlkirin û got: "Li girtîgehê polîtîkayeke rizandinê heye li hemberî girtiyên nexweş. Dewlet ji dêvla ku guh li pirsgirêkên wan ê tenduristiyê bike, wan bi mirinê re rû bi rû dihêle."    Tûncer, destnîşan kir ku înfaza muwekîlê wê bi hinceta cezayê dîsîplînê hatiye şewitandin û got: "Bi vî awayî gava dema berdana girtiyên siyasî tê, wan bernadin. Jixwe ji bo ên siyasî rejîmeke înfazê ya cihêkar heye. Bi ser de jî radibin mafên wan ên berdana bişert binpê dikin. Ev jî dibe cihê encamên giran. Bi cezayên hucreyê şewitandina înfazê bêhiqûqîtiyeke mezin e. Her wiha ev cezayê dîsîplînê li girtîgehan ji aliyê desteyê îdarî yên ku tu wesfeke wan a hiqûqî tune ye, tên dayîn. Ev bi tena serê xwe pirsgirêk e."    POLÎTÎKAYA TEPISANDINÊ   Tûncer, anî ziman ku li hemberî girtiyan bi şewitandina înfazê "polîtîkaya tepisandinê" tê kirin û axaftina xwe bi vî awayî bi dawî kir: "Bi salan e ji bo ku girtiyên siyasî dev ji nasnameya xwe ya polîtîk û bîrdozî berdin wan tecrîd dikin. Niha jî hewl didin bi binpêkirina mafê azadiya wan, wan îsleh bikin. Helbet ev polîtîkaya rizandinê ya bi saîqên siyasî tê kirin, dê nikaribe li hemberî sekna girtiyên siyasî bi ser bikeve û dê nekeve jî."    MA / Mûhammed Enes Sezgîn