‘Em ê bi kongreyê bibin bersiva zextên desthilatê’ 2021-10-07 09:02:15 AMED - Rêxistina HDP’ê ya Amedê ku wê di meha Mijdarê de kongreya xwe ya awarte pêk bîne, armanc dike ku bi rêveberiyeke bi hêz bibe bersiva zextên desthilatê.  Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Amedê, wê di meha Mijdarê de 3’yemîn Konreya xwe ya Awarte pêk bîne. Rêxistina bajêr a li dijî hemû zext, êriş, binçavkirin û girtinan du sal û nîv in xebatên xwe didomînin, xwe amade dikin ku bi kongreyê bi awayekî xurt ji serdema nû re bibin bersiv. Hevserokê HDP’ê yê Bajêr Zeyat Ceylan, bi lêv kir ku wê bi biryara kongreyê ji zextan re bibin bersiv.    ARMANC RÊVEBERIYEKE XURT E   Ceylan, da zanîn ku rêxistina wan a bajêr 2 sal û nîv e ligel hemû zextan xebatên xwe didomînin û wiha got: “Heta niha gelek binçavkirin û girtin çêbûn. Ji ber sedemên cuda hevalên me yên ji xebatan dûr ketin çêbûn. Me cihê hevalên xwe dagirt lê ji bo serdema nû têrê nake.”   Ceylan, destnîşan kir ku bi pêkanîna kongreyê du armancên wan ên hedefkirine hene û wiha axivî: “Yek ji van bi pêkanîna rêveberiyeke xurt, pêşengtiya gelê Amedê kirinê ye, ya din li dijî zextan bibin bersiv e. Ji 7’ê Hezîranê ve gelek bi ser partiya me de hatin. Ji ber vê rêxistina me ya Amedê gelek zehmetî jiyan lê bi van êrişan encam negirtin. Ji ber ku gelê me li partiya xwe xwedî derket. Em jî bi vê berpirstiyartiyê ji bo ku ji gelê xwe re xizmetê bikin dadikevin qadan.”    AMEDEKARIYÊN KONGREYÊ   Ceylan, bi lêv kir ku ji bo ji bo kongre bi girseyî bibe komisyona amadekariyê ya kongreyê avakirine û wiha berdewam kir: “Komîsyona me heta niha li bajêr çend saziyên sivîl ên civakî hene li hemûyan geriyan û ji bo HDP xwedî rêveberiyeke çawa be nêrînên wan girtin. Tespît û pêşniyarên wan girtin. Heta niha xwedî derketineke cidî heye. Ji 2’yê Cotmehê ve me dest bi wergirtina serlêdanên kongreyê kirin.”   BANGA TEVLÎBÛNA KONGREYÊ   Ceylan, ji bo tevlîbûneke xurt a kongreyê bang kir û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Li dijî hemû êrîşên desthilatê, ji bo rêveberiyek û Amedeke bi hêz herkesê vedixwînim kongreyê. Ji bo ku kongreya me bi awayekî baş û di çarçoveya şahiyekê de derbas bibe divê gelê me piştevaniyê bike. Baweriya me heye. HDP wê berdewam bike ku her dem bibe hêvî.”