'Bi sedan jin xwedî li pênûsa wêrek a Gûrbetelliyê derketin' 2021-10-07 09:05:39 AMED - Rojnamevanên jin diyar kirin ku niha bi sedan jin xwedî li pênûsa wêrek a Gûrbetellî Ersozê derdikevin û gotin: "Em naqedin. Em bi hîqehîq, hewar, coş û têkoşîna her jinekê ji nû ve bi xwe ve tên."    Gûrbetellî Ersoz ku li Tirkiyeyê cara ewil bû Gerînendeya Weşana Giştî, di 7'ê Cotmeha 1997'an de jiyana xwe ji dest da. Piştî Ersoz jiyana xwe ji dest da, di sala 2014'an de 7'ê Cotmehê wekî Roja Rojnamevanên Jin ên Kurd hat ragihandin. Wêrekî û mîrateya ku rojnamevan Gûrbetellî Ersoz, Ayfer Serçe, Denîz Firat, Nûjiyan Erhan û gelek rojnamevanên din ên jin li dû xwe hiştin, niha ji bo gelek rojnamevanên jin dibin rênîşander.    XWEDIYA PÊNÛSEKE WÊREK   Berdevka Platforma Rojnamevanên Jin a Mezopotamyayê (MKGP) û edîtora JINNEWS'ê Ayşe Guney, Ersozê di salvegera şehadeta wê de bibîr anî û anî ziman ku Ersoz mîmara asta ku niha çapemeniya kurdî gihayê. Guney, Ersozê wekî "jineke kurd a xwediyê pênûseke wêrek" pênase kir û got: "Tenê ne wêrekî, baweriya wê, biryardayîna wê, lêpirsînên wê, hewldanên wê yên ji bo afirandina bedewiyê, di afirandina vê yekê de hewldana wê ya jixwedestpêkirinê û guherandin û veguherandina mêr tiştekî nuwaze ye."    Guney, bilêv kir ku Ersoz di wan salên 90'î yên dijwar de jineke xwedî hişmendiya ku ji ya niha wêdetir bûye û got: "Di hemû rêzikên wê de dixuyê ku hêrsa wê ji ber qelsiyên jinên li cem wê radibe. Ji lew re hay ji hêza jinê, hay ji hêza wê ya ku dikare çi bike heye, ev hêrs jî ji ber vê ye. Hebûna jineke wiha ji bo çapemeniya kurdî şensekî mezin e. Tenê ne ji bo çapemeniya kurdî, di warê xuyangiya jinê ya di çapemeniyê û hilgirtina berpirsiyarê de jî navekî girîng a çapemeniya Tirkiyeyê ye."    TÊKOŞÎNA JI BO AFIRANDINA BEDEWIYÊ   Guney, destnîşan kir ku çapemeniya kurdî li ser rêça rojnamevanên hêja yên wekî Ersoz û Mûsa Anter dimeşe û got: "Rojnamevanên jin ên kurd, li ser rêça Gûrbetelliyê rêwîtiya xwe ya ji bo afirnadina bedewiyê didomînin. Jinên kurd li Tirkiyeyê û cîhanê gelek tiştên ewilîn kirin. Têkoşîna azadiyê ya jina kurd mezin kirin û dîroka xwe nivîsîn. Xeyala rojnamevan Ayfer Serçe ku di Tîrmeha 2006'an de li sînorê Îranê ji aliyê pasdarên Îranê ve hat qetilkirin, ew bû ku ajanseke jinan bê avakirin. Jinan xeyala serçeyê di 8'ê Adara 2012'an de pêk anîn. Di têkoşîna jinê de tu xeyal wekî 'xeyal' namîne. Zû yan dereng teqez pêk tê. Lewma em xeyaline bideng çêdikin."    BERXWEDANA JINÊ   Guney, anî ziman ku bi nûçeyên xwe li hemberî pirsgirêkên jinan haydariyeke girîng afirandine û axaftina xwe wiha domand: "Lê ya herî girîng jî dengê jinan bû ku nedihat bihîstin. Di dîroka berxwedana jinê de bîreke girîng çêkir. Helbet gava em vê pêk tînin, em bi binçavkirin, gefwaxrin, taciz, girtin, tecawiz, qetilkirin û revandinê re jî rû bi rû dimînin. Nûjiyan Erhan, Denîz Firat ku nûçegihaniya şer dikirin hatin qetilkirin. Ev nav, ji bo çapemeniya jinê navine sembol in. Lê niha li Rojava û Herêma Kurdistana Federe ku şereke eman tê kirin, bi dehan hevpîşeyên me didin dû xeyalên Nûjiyan û Denîzê."    ZEXT   Guney, bal kişand ser zext û zoriyên ku rojnamevanên jin bi wan re rû bi rû dimînin jî û bibîr xist ku heya niha ajansa jinan JINNEWS 41 caran hatiye astengkirin û gelek nûçegihanên wan hatine binçavkirin, girtin û gef li wan hatine xwarin. Guney, destnîşan kir ku ev yek ji bo tevahiya çapemeniya kurd derbasdar e, lê helwesta îqtidarê ya li hemberî jinan cuda ye.    Guney, di berdewamiya axaftina xwe de ev tişt gotin: "Ji lew re îqtidar baş dizane ku yên ku dawiya wê bînin dê jin bin. Yanî belesebeb natirse. Lê ev zext û zorî tu carî em ne bizdandin û dê nebizdinîn jî. Li vî welatî êdî azadiya fikr û ramanê, azadiya çapemeniyê tune ye. Ji welatên herî zêde rojnamevanên girtî lê hene, yek jê jî Tirkiye ye. Heger hûn rabin û bixwazin hemû argumanên şer li hemberî gel bi kar bînin û hewl bidin wan bitepisînin, ji bo vê hûn ewilî hewl didin çapemeniyê ji holê rakin û hûn dibêjin 'ev neman, qediyan.' Lê di vir de dewleteke ku her tim dixafile heye. Em naqedin. Em bi hîqehîq, hewar, coş û têkoşîna her jinekê ji nû ve bi xwe ve tên."    Edîtora Xwebûnê Elîf Can Alkan jî diyar kir ku li ser rêça pênûsa Ersozê dimeşin û got: "Tevî hemû zext û zoriyan jî pênûsa Ersozê li erdê nema û bi sedan jin xwedî li wê pênûsê derdikevin û pê dinivîsîn."    ÇAVKANIYA ÎLHAMÊ   Alkan, destnîşan kir ku rojnamevanên jin ên kurd perspektîfeke nû li qada çapemeniyê zêde kirine û got: "Zehmetiya ku jinên kurd hem bi nasnameya xwe ya jinê, hem bi ya kurdbûnê û hem jî bi ya rojnamevaniyê dikişînin du qat zêdetir e. Di nav pergala heyî de esasgirtina jinê tiştekî pir zehmet e, lê ev ji bo jinên kurd zehmetir e. Lê belê jinên kurd tevî hemû zor û zehmetiyan jî dev ji têkoşîna xwe bernadin. Jina kurd, perspektîfeke nû li qada çapemeniyê bar kir. Jina kurd, niha li seranserê cîhanê pêşengtiya qada çapemeniyê dike."    Alkan, destnîşan kir ku dê êriş bi vîneke xurt bên şikandin û got: "Îro, Roja Rojnamevanên Jin ên Kurd e, lê em rojnamevan divê em xwedî li zimanê xwe yê zikmakî û nasnameya xwe derkevin. Ez yeqîn dikim ku dê rojnamevanên jin ên kurd jî di vî warî de hesas tevbigerin û hêvîdar im ku em ê di vî warî de pêşvetir biçin."    MA / Eylem Akdag