Tevî temînata dan DMME'yê jî, dosya girtin 2021-10-07 09:35:28 WAN - 18 sal berê eskeran li Çardêranê welatiyê bi navê Zahîr Yilmaz kuştibûn. Tirkiyeyê ji bo jinûve darizandina 10 eskerên ku tiliya wan di kuştina Yilmaz de heye, teahûd da ber DMME'yê. Dadgeha herêmî guh li biryarê nekir û dosyeyê girt.  Di 1'ê Cotmeha 2003'yan de li nêzî gundê Qaşim ê li sînorê Çardêran a Wanê û Îranê, eskeran bi îdiaya ku bazirganiya sînor kiriye Zahîr Yilmazê 14 salî kuştibûn. Dosyeya Yilmaz 18 sal in bi dawî nebûye. Tirkiye, ji bo jinûve darizandina 10 eskerên ku tiliya wan di kuştina Yilmaz de heye, teahud da ber Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) û diyar kir ku jinûve darizandina eskeran pêkan e. Lê dadgeha herêmî guh li vê biryarê nekir.    ESKER BERAET KIRIN   Piştî bûyerê parêzerên malbata Yilmaz giliyê eskerên qereqolê kiribûn. Piştî vê bi sûcê "kuştina bi qesdî" derbarê 10 eskeran de lêpirsîn hatibû destpêkirin. Piştî qebûlkirina îdianameyê, darizandina eskeran li Dadgeha Cezayê Giran a Erdîşê dest pê kiribû û di dawiya darizandinê de hemû esker beraet kiribûn. Parêzeran ji bo temyîzê serî li Dadgeha Bilind dabûn, lê dadgehê serlêdana wan qebûl nekiribû û dosye bi bêcezatiyê bi dawî bûbû.    JINÛVE DARIZANDIN   Piştî ku rêyên hiqûqa navxweyî xitimîbûn, malbatê bi rêya parêzerên xwe serî li DMM'yê dabûn. Piştî darizandin dest pê kiribû Tirkiyeyê jî di 14'ê Kanûna 2020'î de parastin ji DMME'yê re şandibû. Tirkiye di parastinê de destnîşan kiribû ku jinûve darizandina eskeran pêkan e. DMME'yê jî di 1'ê Tîrmeha 2021'ê de biryara xwe ya ji bo vê teahûda Tirkiyeyê da. DMME'yê di biryara xwe de ragihand ku hikûmeta Tirkiyeyê di çarçoveya îctihadan de binpêkirina mafên serlêdêran qebûl kiriye û destnîşan kiriye ku dê esker ji nû ve bên darizandin û pêşniyar kiriye ku zirara maddî û manewî çi be dê bide.   DADGEHA HERÊMÎ GUH LI BIRYARÊ NEKIR   Her wiha DMME'yê destnîşan kir ku heger hikûmet li gor şert û mercan tevnegere, dê serlêdan cardin daxilî nav lîsteya dozê bê kirin.   Piştî vê biryarê parêzer Mûrat Tîmûr di 7'ê Tîrmeha 2021'ê de serî li Dadgeha Cezayê Giran a Erdîşê da û xwest eskerên beraet kirin cardin bên darizandin. Dadgehê jî parastina Tirkiyeyê ya ji DMME'yê re hat şandin, wekî hinceta jinûve darizandinê esas negirt û daxwaza jinûve darizandinê red kir. Piştî vê parêzer Tîmûr serî li Dadgeha Cezayê Giran a 3'yan a Wanê da. Dadgeha Cezayê Giran a 3'yan jî bêyî hincet diyar kir ku biryara Dadgeha Cezayê Giran a Erdîşê di cî de ye û guh li teahuda Tirkiyeyê ya da ber DMME'yê nekir.    'BÊHIQÛQÎTÎ TÊ KIRIN'   Parêzer Mûrat Tîmûr, biryarê nirxand. Tîmûr, anî ziman ku ji sala 2000'î û vir ve li sînor bi sedan kes bi îdiaya "qaçaxçîtiyê" hatine kuştin. Tîmûr, destnîşan kir ku piraniya lêpirsînên derbarê van mirinan de hatine girtin û got: "Çend dozên derbarê peywirdarên cemaweriyê de jî, hatine beraetkirin. Mirov gava li van dosyeyan mêze dike dibîne ku hemû bûyerên kuştinê yên li sînor, bi polîtîkaya bêcezatiyê bi dawî dibin. Ev nêzîkatî jî, kirinên peywirdarên cemaweriyê yên li sînor zêdetir dikin û dibe sedem ku ev kes bi kêfî tevbigerin û bêhiqûqîtiyê bikin."    DÊ CARDIN SERÎ LI DMME'YÊ BIDIN   Tîmûr, bilêv kir ku mirov dikare neqebûlkirina vê biryarê ya ji aliyê dadgehên herêmî ve, bi du awayan rave bike. Tîmûr, got: "Ev dadgeh an bi wesfa biryarên DMME'yê nizanin an jî wisa difikirin ku tu zarûriyeke biryarên DMME'yê tune ye. Di her du îhtimalan de jî tê dîtin ku dadger bi awayekî kêfî biryara darazê pêk naynin."    Tîmûr, destnîşan kir ku malbata Yilmaz 18 sal in di warê hiqûqê de têdikoşie û got: "Piştî vê biryarê û redkirina îtiraza me, li Tirkiyeyê pêvajoya hiqûqî ya vê dosyeyê temam bûye. Ji bo dosye cardin daxilî nav lîsteya dozê bê kirin, em ê serî li DMME'yê bidin."    MA / Adnan Bîlen