Operasyona li Bestayê dewam dike 2021-10-07 09:42:09   ŞIRNEX - Operasyona eskerî ya li herêma Bestayê destpêkiribû, dewam dike.    Li herêma Besta ya dikeve navbera Şirnex û Sêrtê de, di 5’ê Cotmehê de dest bi operasyona eskerî ya bi navê “Operasyona Besta Şirnex” hat kirin.  Operasyona ku 2 hezar û 500 cerdevan, esker û tîmên teybet beşdar bûn, dewam dike. Li gorî agahiyên hatin girtin, li herêmê heya niha tu şer û pevçûn derneketiye.