Li Girtîgeha Kirikkalê nêzî 100 girtî hatin sewqkirin 2021-10-07 10:15:33   ŞIRNEX - Hekîm Sûngûr ê Girtîgeha Tîpa F a Kirikkaleyê dimîne, di hevdîtina telefonê ya bi malbata xwe re de ragihand ku nêzî 100 girtî hatine sewqkirin û dîwarên girtîgehê hatine hilweşandin.    Li Girtîgeha Tîpa F a Kirikkaleyê, di nava hefteyekê de nêzî 100 girtî, beyî daxwaza xwe sewqî girtîgehên cuda hatin kirin. Hekîm Sûngûr (24) ê li Girtîgeha Kirikkaleyê dimîne, bi bavê xwe Sadik Sûngûr re bi telefonê axivî. Sûngûr, ragihand ku gelek girtî hatine sewqkirin û polîsên tîmên taybet û cendermeyan dîwarên girtîgehê hilweşandine.    Bav Sûngûr, diyar kir ku di rojên dawî de, nêzî 100 girtî sewqî girtîgehên cuda hatine kirin û wiha axivî: "Piştî sewqan kurê min bi tena serê xwe di qawişekê de girtin. Got ku piştî sewqan, dîwarên qawişên din ji aliyê polîsên tîmên taybet, cenderme û gardiyanan ve hatine hilweşandin. Lawê min jî nedizanî çima girtî hatine sewqkirin û dîwar hatine hilweşandin. Kurê min pir bi fikar bû. Di rojekê de 2 caran bi ser qawişa wî de girtine."   ‘WÊ ZAROKÊN ME BIKUJIN’   Bav Sûngûr, bang li raya giştî û rêxistinên mafên mirovan kirin û wiha got: “Li dijî van binpêkirinên qewimîn divê herkes berpirsyartiyê bigire ser xwe û li dijî vê deng derxîne. Ez ji jiyana kurê xwe bi fikar im. Piştî ku ez pê re axivîm, nikarim di cihê xwe de bisekinim. Wê zarokên me bikujin. Divê demildest tiştek were kirin.”   Telefonên girtîgeha ku me hewl da em xwe bigihîninê her tim meşgûl bûn.