Li Mêrsînê kesek hat binçavkirin 2021-10-07 10:43:29   MÊRSÎN - Polîsan li Mersînê bi ser mala welatî Salîh Akça de girtin û ew binçav kirin.    Polîsan di saetên serê sibê de bi ser mala welatiyê bi navê Salîh Akça ku li Taxa Şevket Sumer a navçeya Akdenîz a Mêrsînê rûdinê de girtin. Polîsan piştî li malê lêgerîn pêkanîn, Akça binçav kirin. Sedema binçavkirinê nehat zanîn û polîsan ew welatî birin Miduriyeta Polîsan a Bajêr.