Salaz: Ger em Tirkmenan di operasyonan de bibînin, em ê şaş nemîn in 2021-10-07 10:51:34 NAVENDA NÛÇEYAN - Rojnameger Necmettîn Salaz, rewşa Eniya Tirkmenan a ku wê di hilbijartinên giştî yên Iraqê de piştgiriyê bide PDK'ê nirxand û got: “Tirkiyê, berê bi Tirkmen û PDK’ê re cuda dixebitî. Lê niha her du jî, anîne gel hev. Ger em Tirkmenan di operasyonan de bibînin, emê şaş nemîn in.”   Iraq di bin siya gendelî, bêkarî, qeyrana aborî û aloziya navxweyî de, di 10’ê Cotmehê de, diçe hilbijartina giştî ya parlamentoyê ku dê 329 endaman diyar bike. Serokwezîrê Iraqê Mûstafa Kazimî ku di 7’ê Gulana 2020’an de dest bi peywirê kir, ragihand ku ewê di 6’ê Hezîrana 2012’an de, biçin hilbijartina pêşwest. Lê ev dema ku hatibû plan kirin, taloqî 10’ê Cotmehê hat kirin. Li Iraqê ku 24 milyon hilbijêrên wê hene, di hilbijartina sala 2018’an de, rêjeya tevlîbûna hilbijartinê ji sedî 44,5 bû. Di vê hilbijartinê de Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) 25, Yekitiya Niştimaniya Kurdistanê (YNK) 18, Tevgera Goran 5 û Eniya Tirkmenan 3 parlamenter derxistibûn. Di hilbijartina pêşwest a di 10’ê Cotmehê de bê lidarxistin, li bendêye ku 25 milyon hilbijêr deng bidin.   Rojnamevanê xwedî bi tecrûbe Necmettîn Salaz ku bi salan e li Herêma Federe ya Kurdistanê dixebite, biryara Eniya Tirkmen a ku piştgiriyê bide PDK’ê û hilbijartinên Iraqê ji Ajansa Mezopotamya (MA) re nirxand.    HEVKARIYA PDK Û TIRKMENAN   Salaz, diyar kir k udi parlamentoya Iraqê de, pergaleke hilbijartinê nehatiye rûnişkandin û wiha axivî: “Desthilatdariyek tekane, ne pêkane. Hebûna komên li ser bingeha siyaseta mezhebî û olî ya di hilbijartinan de û komek piçûk jî, wê endamên hilbijartinê diyar bikin. Ev hilbijartin ji bo Kurdistana Federe di asta referandûmê de ye. Piraniya dengên li Kurdistana Federe, di navbera PDK û YNK’ê de tên dabeşkirin. Di hilbijartinê de, dibe ku YNK bi ser bikeve. PDK herî zêde dengan li bajarên Hewlêr, Dihok, Zaxo û derdorên wê digire. Hebûna Tirkiyeyê ya li herêmê û êrişên wê yên li ser qadên çiyayî, siyaseta PDK’ê ji qewet xist. PDK ji bo windakirina dengan asteng bike, hewl dide tifaqê bi komên din ên herêmê re çêbike. Ji ber vê YNK û Tevgera Goran jî biryar dan ku bi lîsteyek hevpar beşdarî hilbijartinê dibin.”    PROVAKASYONA PDK’Ê YA LI ŞENGALÊ   Salaz, bi bîr xist ku PDK bi hinceta xebatên hilbijartinê, hewl dide êrişî Herêma Xweser a Şengalê bike û wiha rêz kir: “PDK, li ser navê Tirkan, dixwaze hêzên eskerî li vê derê bi cih bike. Şengal bi gundên xwe ve 400-500 hezar şêniya wê hene. Civaka wê derê Êzidiye. PDK’ê jî weke dost nabînin. PDK, bi hinceta xebatên hilbijartinê, dixwaze hêzên eskerî li wê derê bi cih bike. Bi 100 maşîneyên zirxî hewl da bikeve Şengalê. Lê rastî astengiya gel û Hêzên Parastina Xweser hatin. PDK, li Şengalê provokasyonan dike.”   ‘ESKERÊN BI MEAŞ ÊN TIRKIYEYÊ’   Salaz, da zanîn ku PDK’ê di heman demê de, tifaq bi Eniya Tirkmenan re daniye û wiha bilêv kir: “Tirkmenên li Kurdistana Federe, ji aliyê MÎT’a Tirk û SADAT’ê ku girêdayî Tirkiyeyê ve hatine biçekirin. Tirkiyeyê seferên balafiran ên di navbera Stenbol û Kerkukê de dest pê kirin. Sîxurên SADAT Û MÎT, bi vê rê yê diçin herêmê û amadekariya şerekê di navbera Tirkmen û Kurdan dikin. Êdî Tirkmen bûne, hêzên eskerî yên bi meaş ên Tirkiyeyê. Di demek nêz de, li hin cihan, nuqteyên kontrolê danîn. Dîsa di navbera Kerkuk û Hewlêrê de, li qada Pirdê nuqteyek kontrolê ava kirine. Di vê hilbijartinê de biryar dan ku bi PDK’ê re bikevin hilbijartinê. Tirkiyê, berê bi Tirkmen û PDK’ê re cuda dixebitî. Lê niha her du jî, anîne gel hev. Ger em Tirkmenan di operasyonan de bibînin, em ê şaş nemîn in. Hilbijartin ji bo wan bihaneye.”    ‘BENÊN PDK’Ê DI DESTÊ TIRKIYÊ DE NE’   Salaz, dest nîşan kir ku benên PDK’ê ketine destên Tirkiyê û wiha bi dawî kir: “Ji vê saetê û şûnde, êdî ne pêkane ku Yekitiya Neteweya Kurd bi PDK’ê re çêbe. Ev pir zor xuya dike. PDK dest bi alîkariya eniya şer a Tirkiyeyê kiriye. Alîkariya çalakiyên MÎT’ê yên di nava bajaran û çiyan dike. Bi vî awayî dijminantiya YNK û tevgera azadiyê dike.”   MA / Omer Akin