Nûnerên HDP’ê yên li Hewlêrê hatin binçavkirin 2021-10-07 12:09:30 NAVENDA NÛÇEYAN - Nûner û endamên HDP’ê Nahîde Ermîş, Hîkmet Xetîb, Ruken Mercan û Gûlcan Alp li Hewlêrê hatin binçavkirin. Asayîşa ku HDP’yiyan binçavkiriye îdîa kir ku agahiya wan ji binçavkirinê nîne!   Li gorî agahiyên ku ji Nûnertiya HDP’ê hatiye girtin, endamên Nûnertiya HDP’ê ya Hewlêrê ji ber sedemeke nayê zanîn ji aliyê asayîşa Hewlêrê ve hatin binçavkirin.   Li gorî agahiyên destpêkê kesên hatine binçavkirin nûnerên HDP’ê Nahîde Ermîş, Hîkmet Xetîb, Rûken Mercan û Gûlcan Alp in.    Nûçegihanê RojNewsê yê Hewlêrê xwest derbarê sedema binçavkirina nûner û endamên HDP’ê de ji Asayîşa Hewlêrê agahî bigire, lê balkêş e asayîşa HDP'iyan binçav kiriye, îddîa kir ku agahiya wan jê nîne.