Li Egeyê bi ser malan de girtin: Dayika Aştiyê ya 70 salî di bin çavan de ye 2021-10-07 12:17:33   NAVENDA NÛÇEYAN - Polîsan li Îzmîr û Manîsayê bi ser malan de girtin, Dayika Aştiyê Şukriye Kizildag a 70 salî jî di nav de, herî kêm 16 kes hatin binçavkirin.    Polîsan di saetên serê sibê de li Îzmîr û Manîsayê bi ser malên endam û rêveberên Komeleya Alîkariyê ya bi Malbatên Girtî û Hikumxwaran re ya Egeyê (EGE-TUAYDER), Komeleya Piştevanî û Alîkariyê ya Alimên Olî (DÎAY-DER) û Komeleya Piştevanî û Alîkariyê ya bi Malbatên Xizmên Xwe Windakirin re ya Anadolûyê (ANYAKAY-DER) de girtin. Di serdegirtinan de herî kêm 16 kes hatin binçavkirin.    Li aliyê din, polîsan di serdegirtina avahiya EGE-TUAYDER’ê ya li navçeya Konak a Îzmîrê de, derî şikandin û dest danîn ser gelek materyalan.    DAYIKA AŞTIYÊ YA 70 SALÎ DI BIN ÇAVAN DE YE   Di serdegirtina malan a li Manîsayê de jî Dayika Aştiyê ya 70 salî Şukriye Kizildag hat binçavkirin. Hat hînbûn ku her 4 kesên li Manîsayê hatin binçavkirin, anîne Îzmîrê. Kesên di bin çavan de li Miduriyeta Polîsan a Îzmîrê tên ragirtin.