Li Girtîgeha Kurkçulerê gardiyanan li girtiyan dan 2021-10-07 13:52:26 SÊRT/EDENE - Gardiyanan li Girtîgeha Kurkçulerê, yek jê nexweş li 4 girtiyan dan.    Girtiyên li Girtîgeha Kurkçuler a Edeneyê ya Tîpa F dimînin di hevdîtina bi telefonê ya bi malbatên xwe re, bi lêv kirin ku nêzî 20 gardiyanan li wan daye. Malbatan diyar kirin ku Denîz Ozdemîr, Mehmet Zahît Şahîn û girtiyên paşnavê wan nehat zanîn ên bi navê Mûstafa û Şiyar, bi darê zorê ji Bloka A’yê birine Bloka C’yê û gardiyanan li girtiyan daye. Hat hînbûn ku Şahîn ê di nav girtiyên li wan hatiye xistin de ye, di lîsteya girtiyên nexweş a Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) de ye û nexweşiyên wî yên fitika piştê, bronşîtê û astimê hene.   Denîz Ozdemîr ê bi telefonê bi bavê xwe Necat Ozdemîr re axivî, ragihand ku di dest, ling û pişta wî û girtiyên din de, birîn hene.    20 GARDIYANAN ÊRIŞÎ 4 GIRTIYAN KIR   Necat Ozdemîr derbarê bûyerê de wiha axivî: “Kurê min dema geriya, got gardiyan ketine qawişa wan, ji wan re gotine ‘hûn ê ji vir derkevin’ û êrişî wan kirine. Pişt re ragihand ku bi îşkenceyê birine blokeke din. Li wir jî ji ber îşkenceyê dest, ling û pişta wan mor bûne û laşê wan diêşe. Ji ber îşkenceyê rewşa wan nebaş e. Ev zilmeke çawa ye. 20 gardiyan êrişî 4 kesan dikin, bi kaşkirinê dibin cihekî din.”   BI ERDÊ RE KAŞ KIRIN   Girtiyê Nexweş Mehmet Zahît Şahîn jî li xwişka xwe Tayibe Şahîn geriya û behsta tiştên hatine serê wan kir. Şahîn ji xwişka xwe re gotiye ku ligel ku nexweş jî bûye, li wî û hevalên wî dane û bijîşkî rapora lêdanê nedaye wî. Şahîn, da zanîn ku gardiyanan ew bi erdê re kaş kirine, pê li wan kirine û ji Bloka A’yê birine Bloka C’yê.