Kooperatîfa Kîbeleyê hevserokên xwe yên nû hilbijartin 2021-10-07 14:24:07 RIHA - Di 2’yemîn Lijneya Awarte ya Kooperatîfa Hilberînê ya Çandiniyê ya Kîbeleyê de, Bedîha Gokmen û Avnî Çevîk weke hevserok hatin hilbijartin.    Kooperatîfa Hilberînê ya Çandiniyê ya Kîbeleyê ku di sala 2019’an de li navçeya Pirsûsa Rihayê ji aliyê du jinan ve hat damezrandin, 2’yemîn Lijneya Xwe ya Awarte, li eywaneke dawetê pêk anî. Gelek welatî beşdarî kongreyê bûn. Di lijneya ku bi rêzgirtinê dest pê kir de, rêveberê kooperatîfê Vahît Akgun axivî. Akgun, qala girîngiya kooperatîfê kir û destnîşan kir ku kooperatîfa bi keda jinan beriya du salan hatiye avakirin, her ku diçe mezin dibe û ji gelek beşan re bûye mînak.    Piştî axaftinan raporên dahat, lêçûn û xebatê yên du salan hatin xwendin. Piştî ku rêveberên du salin rêveberiya kooperatîfê dikin rexne û xwerexnedayînên xwe dan, derbasî hilbijartinê bûn. Di hilbijartina hat kirin de Bedîha Gokmen û Avnî Çevîk weke hevserok hatin hilbijartin.