Di doza Hevşaredarên Pasûrê de kes girtî nema 2021-10-07 16:07:12   AMED - Di doza darizandina Hevşarederên Pasûrê Fatîh Taş û Fatma Ay ên ji peywirê hatin girtin û qeyûm tayînî cihê wan hatibû kirin de, girtiyê tekane yê di dosyayê de ma bû Mehmet Emîn Ay jî hat berdan.    Li gundê Beyrok a girêdayî navçeya Pasûrê ya Amedê, piştî ku di 12'ê Îlonê de şer derket û 7 cerdevan hatin kuştin. Danişîna doza têkildarî bûyerê derbarê Hevşaredarên Pasûrê yên HDP'î Mehmet Fatih Taş û Fatma Ay bi fermana Wezîrê Karên Hundir ji payvirê hatin girtin, Hevserokê HDP’ê yê navçeyê Mehmet Abidîn Karaman, Midûrê Karê Fen ê Şaredariyê Şener Aktaş, Mehmet Emîn Ay, endamê Melîsa Şaredariyê Yucel Çete û operastorê kepçe Umît Fîdan hatibû vekirin de, hat dîtin.    Mehmet Emîn Ay ê li Girtîgeha Tîpa T a Hejmara 3 a Tarsûsê dimîne, bi SEGBÎS’ê beşdarî danişînê bû. Mehmet Abidin Karaman û parêzerên wî jî di danişînê de amade bûn.    Dadgehê piştî parastinên hatin kirin, biryar da ku şertê kontrola edlî ya kesên hatine berdan dewam bike. Şandeya dadgehê dûre derbarê Mehmet Emîn Ay de jî, biryara berdanê da û danişîn taloqî 17’ê Çileya 2022’yan kir.