Dadgehê ceza li derhêner Altay û Dîcle Anter birî 2021-10-07 16:18:04 ÊLIH - Dadgehê cezayê hefsê ji ber pêşandana belgefîlma Nû Jîn li derhêner Weysî Altay û lawê Mûsa Anter, Dîcle Anter birî.    Derhêner Weysî Altay li Kobanê belgefîlma ku jiyan û berxwedaniya endamên YPJ’ê vedibêje Nû Jîn çêkiribû. Belgefîlma Nû Jîn di sala 2015’an de li Sînemaya Yilmaz Guney a Şaredariya Êlihê hatibû nîşandan. Derhêner Altay û Midûrê Sînemaya Yilmaz Guney Dîcle Anter ku lawê Mûsa Anter e ji ber nîşandana pêşandanê bi îdiaya “propaganda rêxistinê kirine” dihatindarizandin. Carek cezayê hefsê li Altay û Anter hatibû birîn û ev ceza ji aliyê Dadgeha Îstînafê ve hatibû xerakirin. Piştî xerakirina ceza, darizandinê ji nûve dest pê kiribû.    Danişîna biryarê ya dozê li 2’yemîn Dadeha Cezayê Girana Êlihê hat lidarxistin û Altay û Anter û parêzerê xwe Mehmet Bahatir di danişînê de amade bûn.    ‘SÛCDARÎ BÊBINGEH E’   Piştî tespîta nasnameyan parêzer Mehmet Bahatir axivî û destnîşan kir ku sûcdariya li ser miwekîlên wî bêbingeh e û xwest qedexeya derketina derve ya li ser miwekîlên wî tê sepandin were rakirin.    ‘BELGEFÎLM RASTIYÊ VEDIBÊJ’    Piştî Bahatir, derhêner Weysî Altay jî diyar kir ku afîşên belgefilmê nabe sûc û afîş wêneyek ji belgefilmê hatiye wergirtin pêk tê. Altay wiha got: “Wekî derhêner, me belgefİlmek li ser rastiya heyî çêkir. Me li wir çi qewimî kişand. Em dibêjin ku afîş nabe propaganda. Me ev belgefîlm li gelek cihan da nîşandan wekî sûc nehat hesibandin. Lê li vir sûc tê hesibandin. Polîsê ku roja ewil rapor girt jî diyar kir ku ew ti hêmana sûc nabîne, vê carê polîsek din hat şandin da ku hewl bide ku sûcek biafirîne û ev doz hate vekirin.”    ‘LI ÊLIHÊ TENÊ BÛ HÊMANA SÛC’    Dîcle Anter jî anî ziman ku wekî xebatkarek şaredariyê di çarçoveya destûra hatiye dayîn de belgefîlm hatiye nîşandan û got: “Ev belgefilm bi tu awayî nabe sûc. Lê bi talîmatê hewl tê dayîn ku ev belgefilma li gelek cihan hatiye nîşandan, bibe hêmana sûc. Li Êlihê hewl tê dayîn ku ev belgefîlm were îlegalîzekirin.”    QEDEXEYA DERKETINA DERVE HAT RAKIRIN    Piştî parastina parêzer û miwekîlan, şandeya dadgehê biryara xwe da. Dadgehê 10 meh cezayê hefsê li Dîcle Anter birî û vî cezayî veguherand 6 hezar lîre pere. Dadgehê her wiha salek û 15 roj jî cezayê hefsê li Weysî Altay birî û ceza da taloqkirin. Dadgehê sepandina qedexeya derketina derveyî welat a li ser Altay û Anter ku berê hatibû dayîn jî rakir.