Li Şirnexê 26 kes hatin binçavkirin 2021-10-07 17:59:03       ŞIRNEX - Li navçeyên Cizîr û Sîlopyayê yê Şirnexê di serdegirtina malan de 26 kes hatin binçavkirin.    Li navçeya Cizîrê ya Şirnexê duh danê sibehê polîsan avêt ser gelek malan. Di avêtina ser malan de Pinar Kuramî, Alî Tunç û Cengîz Hadîoğlu hatin binçavkirin. Li gorî agahiyên ku parêzeran ragihandin heya niha 14 kes hatine binçavkirin.    Kesên hatin binçavkirin li Midûriyeta Polîsan a Cizîrê ne.    Her wiha di 3'yê Cotmehê de jî li navçeya Sîlopiya ya Şirnexê polisan avêtibû ser gelek malan û 12 kes binçav kiribûn. Hat ragihandin ku dema binçavkirin her 12 kesan 4 rojên din jî hatiye dirêjkirin.    14 kesên hatine binçavkirin ev in: "Xebatkarê şaredariya Sîlopya Guman Çavlak, Celal Durak, Ayaz Kultur, Abdûlcelîl Konûr, Mehmet Tan, Dogan Sekman, Zuleyha Bayar, Veysî Çelîk, Suleyman Acar, Şahîn Sekman, Bîşeng Acar, Pinar Kûramî, Alî Tûnç û Cengîz Hadîoglû."