ROJEVA 8'Ê COTMEHA 2021'AN 2021-10-08 09:00:06 * Endamê Konseya Hevserokatiya PYD'ê Salih Mûslim diyar kir ku şoreşa Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi ramanên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan şîn bûye û got: “Kurdan li ber xwe dan û bûn yek ji hêzên herî girîng ên Rojhilata Navîn. Tirkiye bi tenê hat hiştin.”  * Li Geverê malbatên 4 ciwanên ku polîsan ew kuştibûn daxwaza xwe ya ji bo edaletê dubare kirin û gotin: "Mixabin li Tirkiyeyê gava kurd tên kuştin kes nayê cezakirin."    * Li Amedê malbata Yakûp Înan 5 meh in bê ceryan û av e. Înan, diyar kir ku nikaribûye formeyê dibistanê jî ji keça xwe re bistîne û got: "Zarokên min li ber ronahiya findê li dersên xwe dişixulin."   * Abdûrrahman Şahînê ku navê wî di nav lîsteya nelirêtiyên li Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê de ye, lêpirsîna derbarê wî de ji aliyê walîtiyê ve hat sekinandin. Hat derpêşkirin ku yê ku destûra lêpirsînê ya li walîtiyê daye sekinandin jî xizmê wî Serokê AKP'a Bajêr Farûk Kiliç e.    * Fermandarê Meclîsa Eskerî ya Kobanê Îsmet Şêx Hesen ku gava Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan li Sûriyeyê bû pêwendî pê re daniye, anî ziman ku tiştên ku Ocalan 23 sal berê gotibûn niha yeko yeko pêk tên.    * Piştî ku Tirkiye ket bajarê Girê Spî û Serêkaniyê yên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, her du bajêr êdî bi mirin, xespkirin, talankirin, revandina mirovan û rûxandinê tên bibîranîn. Hevseroka Herêma Firatê ya PYD'ê Berîvan Îsmaîl got: "Tirkiye li sînorên xwe ne mozaîka gelan, komên dînperest ên tundraw dixwaze."    * Berdevkê Platforma Zimanê Kurdî Şerefxan Cizîrî, diyar kir ku kampanyaya bi daxwaza ku zimanê kurdî bibe zimanê fermî û perwerdehiyê dane destpêkirin didome û bang li her kesî kir ku xwedî li zimanê xwe derkevin.    * Meclîsa Çapemeniya Dîjîtal a Kurdistanê ku li ser medyaya sanal ji bo azadiya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan kampanyeyeke mezin da destpêkirin, armanc dike ku di 8'ê Cotmehê de ji bo Ocalan milyonek tweet bên parvekirin û ji bo vê bang kir: "Di 8'ê Cotmehê de 'Tu jî ji bo Serok tweetekê parve bike.'"   * 104 kesên di Komkujiya Gara Enqereyê de jiyana xwe ji dest dan dê bi çalakiyên cur bi cur bên bibîranîn. Dê çûkên ji bo hemû kesên jiyana xwe ji dest dan hatine xêzkirin di "Pêşangeha Baskên Ber Bi Aştiyê Ve Difirin" bên pêşandan.    * Halît Gelîşken ku li Sûka Sefaran a Cizîrê, demanê kurmancî yê xwezayî nêrebendê hildiberîne, diyar kir ku nêrebend bi kêrî nexweşiyên hestî tê û ev tişt got: “Heke di laşê mirov de hestiyek bişikê ji bo cebirandinê ev rêbaza dermankirinê tê tercîhkirin.”   * Nobeta Edaletê ya Malbata Şenyaşar wê di roja 114'emîn de berdewam bike.    * Danişîna Doza Geziyê ku karsaz Osman Kavala jê tê darizandin wê li Dadgeha Çaglayana Stenbolê were lidarxistin. (09.00)   * Danişîna doza "pergala hevserokatiyê" ku li Gultan Kişanak û Firat Anli jî di nav de li 63 endamên Meclîsa Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê yên berê hat vekirin wê li Dadgeha Amedê were lidarxistin. (10.00-17.00)   * HDP wê îro li Agiriyê bernameya ewil a "Hevdîtinên Budçeyê" pêk bîne. (10.30)   * Danişîna doza derbarê 14 polîsên têkildarî teqîna Meydana Îstasyonê ya Amedê hatiye vekirin de wê li Dadgeha Amedê were lidarxistin. (10.00-17.00)   * Şaxa OHD'ê ya Amedê wê têkildarî gotinên nijadperest ên Serokê TTB'ê Metîn Feyzîoglu ku li bernameyek televîzyonê derbarê kurdî de kiribû wê li ber Dadgeha Amedê protesto bike. (13.00)   * Rêxistinên Ciwanan wê qurbaniyên Komkujiya Enqereyê ya 10'ê Cotmehê li ber Zanîngeha Stenbolê bi daxuyaniyekê bibîr bînin. (14.00)   * Danişîna dozek li Mêrsînê derbarê Hevserokê HDP'ê yê berê Selahattîn Demîrtaş de hatiye vekirin wê li Dadgeha Mêrsînê were lidarxistin. (14.00)