Polîsê kujer ê ku 4 kes kuştin li derve ye, malbat li benda edaletê ne 2021-10-08 09:06:41 COLEMÊRG - Li Geverê malbatên 4 ciwanên ku polîsan ew kuştibûn daxwaza xwe ya ji bo edaletê dubare kirin û gotin: "Mixabin li Tirkiyeyê gava kurd tên kuştin kes nayê cezakirin."  Di 8'ê Cotmeha 2016'an de li navçeya Gever a Colemêrgê wesayîta zirxî ya polîsan derdor gulebaran kiribû û di guleberanê de Serhat Bûldan (15), Rahmî Sahali, Necdet Îşozu û Aydin Tumen jiyana xwe ji dest dabûn û Şemsettîn Kaya û Mehmet Alî Kaya jî birîndar bûbûn. 5 sal di ser bûyerê re derbas bûn, lê heya niha kesek jî nehatiye cezakirin. Têkildarî bûyerê derheqê polîs Î.M. de doz hatibû vekirin û doz neqlê Dadgeha Cezayê Giran a 3'yan a Amedê hatibû kirin. Danişîna biryarê ya dozê di 11'ê Cotmeha 2018'an de hatibû lidarxistin û dadgehê li polîsê ku bi awayekî negirtî dihat darizandin 11 sal û mehek û 10 roj ceza birîbû û daxwaza ji bo girtina wî jî red kiribû. Malbatên her 4 kesên jiyana xwe ji dest dan bi rêya parêzerên xwe serî li Dadgeha Edliye ya Herêmê ya Dîlokê dabûn. Daîreya Ceza ya 16'an serlêdana malbatan red kiribû. Malbatan jî serî li Dadgeha Bilind dabû.    Malbatan anîn ziman ku cezayê li polîsê bersûc Î.M. hatiye birîn, ne cezeya, xelat e. Malbatan destnîşan kirin ku 5 sal in li benda edaletê ne.    ‘DÊ HESAB BÊ PIRSÎN'   Ahmet Tumen, apê Aydin Tumenê hat kuştin, diyar kir ku ne yek tenê, 4 biraziyên wî jiyana xwe ji dest dane û got: "Kezeba me şewitiye û hê jî dişewite. Em dengên xwe bilind dikin lê nayê bihîstin. Kes bi hawara me de nayê. Lê em bawer dikin ku ne îro be jî, miheqeq dê sibe hesa bê pirsîn û dê kesên ev tişt kirin bên cezakirin. Hêvîdar im hesab bê pirsîn. Ez nepirsim jî, dê kurê min, neviyên min bipirsin. Ev bûyera me ne bûyera ewil e. Li her derî mirov tên kuştin û kujer bi rihetî digerin. Em baş dizanin bê ka ev feraset çi ye. Ev tişt tenê li Geverê naqewimin; li Cizîrê, Rojavayê û li Başûr û gelek deverên din jî diqewimin. Ev zilm, 100 sal in didome. Em dixwazin kesên ev mirov kuştin bên cezakirin. Mixabin li Tirkiyeyyê gava kurd tên kuştin kujer nayên cezakirin."    ‘BELKÎ JÎ POLÎS HÊ JÎ KARÊ XWE DIKE'   Hasan Bûldan, bavê Serhat Bûldan, bilêz kir ku êşa wan hê wekî roja berê ye. Bûldan, destnîşan kir ku polîs nehatiye cezakirin, hatiye xelatkirin û ev tişt gotin: "Em nizanin niha ew kes li ku derê ye. Kî çi zane belkî niha karê xwe dike. Ew kes niha li derve ye û bi rihetî digere. Dewlet ji bo kesên van tiştan dikin xwe li nedîtinê datîne. Em mexdûr in. Heger li vî welatî edalet û hiqûq hebe, em dixwazin cezayê giran kîjan be ew bê birîn."    ‘SOYLÛ SOZA XWE NEANÎ CÎ'   Bav Bûldan, soza Wezîr Karên Navxweyî Suleyman Soylû ku gotibû "Dê ev bûyer bê ceza nemîne" bibîr xist û got: "Wezîrê Karên Navxweyî Suleyman Soylû di şîna me de soz da, lê soza xwe neanî cî. Soz da û got, polîsê ku ev yek kiriye FETO'yî ye û dê bê cezakirin. Wiha got, lê soza xwe neanî cî. Jixwe me dizanibû dê bi vê soê tiştek çênebe, lê me got qet nebe belkî edalet pêk bê. Hê jî em li benda edaletê ne û ji bo pêk bê çi ji destê me bê em ê bikin."    ‘POLÎS, ZILAMÊ SOYLÛ YE'   Sabrî Îşozu, bavê Necdet Îşozu, jî got: "Wezîrê Karên Navxweyî Suleyman Soylû hat şîna me û soz da ku dê kiryar bên cezakirin. Ji me re got ew polîs FETO'yî yye. Lê paşê me fêm kir ku ew polîs zilamê wî bi xwe ye. Li vî welatî edalet tune ye. Me edalet nedîtiye. Ji dest me tiştek neyê jî, em ê heya DMME'yê jî biçin. Xwezî niha kurê min sax bûne û min pars bikira. Dibêjin me 11 sal ceza li polîs biriye, lê polîs li derve ye û bi rihetş digere. Em vê zilmê qebûl nakin, dê Xwedê jî qebûl neke."    MA / Mazlûm Engîndenîz